Hewlêr (Rûdaw) - AFADê hejmara nû ya mirî û birîndarên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belav kir û ragihand, heta niha di encama erdhejê de 12 hezar û 873 kesan jiyana xwe ji dest dane û 62 hezar û 937 kes jî birîndar bûne.
Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane.
Herwiha ji ber erdhejê gelek kes jî bûne qurbanî û bi derxistina kesên sax û mirî, hejmara mirî û birîndarên erdhejê jî kêlî bi kêlî zêdetir dibe.
AFADê îro Pêncşemê saet 07:45 amareke nû derbarê erdhejê de aşkere kir û ragihand, heta niha di encama erdhejê de 12 hezar û 873 kesan jiyana xwe ji dest dane û 62 hezar û 937 kes jî birîndar bûne.
Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê Rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.
Erdhejê bandor li Sûriyê û Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse