Qamişlo (Rûdaw) - Li Qamişloyê, Mihemedê 6 salî bi guleyeke bêserûber a şahiyekê canê xwe ji dest da û malbata xwe di nava şîneke giran de hişt.
Adeteke xerab a teqandina guleyan di şahiyan de li Rojavayê Kurdistanê canê xelkê distîne.
Mihemedê 6 salî amadehiya çûna dibistanê dikir.
Ew û xwişka wî Sêlîn çûn dikanê lê guleyeke bêserûber li serê Mihemed ket û ew bi giranî birîndar bû.
Êdî çenteyê Mihemed li pey wî ma û xwişka wî Sêlîn dê ji niha û pê ve bi tenê biçe dikanê.
4 rojan li nexweşxaneyê ma
Mihemed piştî ku birîndar bû 4 rojan li nexweşxaneyê di bin çavdêriya hûr de ma.
Lê belê birîna wî gelekî kûr bû û wî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Malbata Mihemed di nava şîneke mezin de ye û xelk ji bo sersaxiyê wan ziayret dike.
"Kezeba me dişewite"
Dayîka wî Henan Hemo bi dilekî şewat li ber çavên xelkê digirî û dibêje:
"Kezeba me dişewite, tiştên wî hîn li erdê ne, cihê wî xuya ye."
Pîrka wî Cîhan Mihemed jî li ser mirina neviyê xwe axivî û got:
“Kezeba me dişewite, ne heq e ku van fîşekan berdidin. Çi gunehê van zarokan e? Wan dikujin. Birîna wî gelekî kûr bû û tedawiya wî zehmet bû.”
Meta Mihemed Hayistan Silêman jî êşa xwe wiha anî zimên:
“Kula me gelekî giran e. Bê sûc û sebeb zarokekî wekî mirîşkekê li ber deriyê mala wî bidin erdê, ma em ê çi bêjin.”
"Ti birêvebirek nîne ku rê lê bigire"
Apê Mihemed Rodî Silêman qala kêliya rûdanê û kêmasiyên ewlehiyê kir û got:
“Fîşek destpêkê lê ketibû û derbasî mejiyê wî bûbû. Qehfê serê wî xera kiribû. Ev yek ne bi qestî ye lê valahiyeke ewlehiyê heye.
Ev yek bi Mihemed bi tenê nasekine, dê bi hezaran zarokên din ên wekî Mihemed jiyana xwe ji dest bidin. Kes tune, ti birêvebir li vî bajarî nîne ku rê li ber vê yekê bigire.”
Kujerê bêdeng: Guleyên şahiyan
Gulereşandina ber bi asman ve di şahiyan de li Rojavayê Kurdistanê bûye wekî kujerekî bêdeng.
Heta niha ti tedbîrên tund û rêkarên qanûnî nehatine stendin da ku bibin rêgir û kes jî li ser vê babetê nehatiye girtin.
Li gorî amarên hêzên ewlehiyê, tenê di her du mehên dawî de li parêzgeha Hesekê ji ber heman sedemê 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 42 kes jî birîndar bûn.


