Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinçinê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê mînîbûseke rêwiyan wergeriya û di qezayê de 15 kes birîndar bûn.
Mînîbûsa rêwiyan a ku di navbera Semsûr û Dîlokê de sefer dikir û Abdurrahman S. diajot, li devera Çiyayê Reş ê navçeya Çinçinê ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê yekser çûn cihê qezayê.
Rewşa 4 birîndaran giran e
Tîmên tenduristiyê birîndarên qezayê ji bo dermankirinê veguhastin nexweşxaneyên Dîlokê.
Hat zanîn ku rewşa 4 kesan ji wan birîndaran giran e û tedawiya wan didome.



