Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê daweteke mezin hat lidarxistin.
Daweta Selîm Artim û Şîlan Ozdemirê eşîrên herêmê û 12 bavikên eşîreta Ertoşiyan anîn cem hev.
Selîm Artim biraziyê kesayetê navdar ê ji eşîra Xafiştanan Hisnî Artim e.
Şîlan Ozdemir jî ji Bêdara navçeya Berwariyê ya Sêrtê ye.
Daweta wan her du ciwanan li Wanê bi beşdariya bi hezaran hat kirin.
Ji gelek bajaran mêvan hatin
Ji bilî xelkê Wanê, ji Colemêrg, Sêrt, Şirnex û gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê mêvan hatin dawetê.
Qerebalixiyeke mezin li cihê dawetê çêbû û dîmenên rengîn derketin holê.
"12 bavikên Ertoşiyan hatin cem hev"
Apê zavê Hisnî Artim li ser dawetê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Hisnî Artim diyar kir ku ev dawet ji bo wan gelekî girîng e.
Wî destnîşan kir ku piştî demeke dirêj 12 bavikên eşîreta Ertoşiyan bi saya vê dawetê careke din hatine cem hev.
Artim her wiha spasiya hemû mêvanan kir ku ew di roja wan a xweş de bi tenê nehiştine.
Xelatên bi milyonan lîreyî
Wekî kevneşopiya dawetên eşîretan ên li herêmê, di vê dawetê de jî diyariyên mezin hatin dayîn.
Di dawetê de bi bihayê milyonan lîreyî zêr û pere wekî xelat ji bûk û zavê re hatin pêşkêşkirin.


