Hevserokê Şaredariya Qoserê ji DEM Partiyê îstifa kir

7 demjimêr berê
Nîşan Şaredariya Qoserê Zeynî Îpek DEM Partî Îstifa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Qoserê Zeynî Îpek ji DEM Partiyê îstifa kir.

DEM Partiyê hefteya borî derbarê Hevserokê Şaredariya Qoserê Zeynî Îpek lêpirsîna disîplînê dabû destpêkirin.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de amaje bi “nirxên exlaqî” kiribû û gotibû:

“Ji Desteya Rêvebiriyên Xwecihî ya Demokratîk re derbarê Hevserokê Şaredariya Qoserê Zeynî Îpek gilî û belge hatine şandin û me tesbît kiriye Îpek li gorî bername, rêgez û nirxên me yên exlaqî tevnegeriyaye.

Ji ber vê yekê jî derheqê wî lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin.”

Zeynî Îpek piştî van rûdanan daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku wî ji DEM Partiyê îstifa kiriye.

Îpek herwiha diyar kir ku wî ji serokatiya şaredariyê îstifa nekiriye û dê ji niha pê ve serbixwe be.

“Komplo partiya min jî dike hedef”

Zeynî Îpek di daxuyaniya xwe de behsa komployê kir û wiha got:

“Gelê Qoserê yê hêja, hûn dizanin li ser min komployeke qirejî hat kirin û raya giştî hat mijûlkirin.

Ji bo ev komployo ku bi rêya min partiya min jî dike hedef xisarê nede partiya min ez ji DEM Partiyê îstifa dikim.”

Zeynî Îpek di dawiya daxuyaniya xwe de got ku ew dê êdî serbixwe be û dîsa xizmetê ji gelê Qoserê re bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst