Îbrahîm Şêxo: Dizan guhê jineke Kurd qetand

07-10-2024
Xalid Cemîl Mihemed
Dîmenê Efrînê\ Wêne: Arşîv
Dîmenê Efrînê\ Wêne: Arşîv
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Cindirês Îbrahîm Şêxo Komên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dizan guhê jineke Kurd a Efrînî qeyandiye.

Binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê berdewam dikin.

Li gorî zanyariyan, beriya niha bi çend rojan, komeke çekdar ji bo diziyê bi ser mala jina Kurd a bi navê Fîdan de girtiye û wan xwestiye guharê wê jê bistînin.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çekdarên li jina bi navê Fîdan daye û ji bo guharê wê jê bistînîn parçeyek ji guhê wê jê kiriye û guharên wê dizîne.

Li gorî agahiyên ku Îbrahîm Şêxo dane, jina bi navê Fîdan ji gundê Celemê yê nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê ye û bi tena serê xwe dijî.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Fîdan 69 salî ye û beriya niha bi salekê hevjînê wê jî koça dawî kiriye.

Îbrahîm Şêxo her wiha da zanîn ku di heman demê de, çekdarên girêdayî Firqeya Sultan Muradê jî wekî komên din ên li herêmê, bi rêjeya ji sedî 60î baca bi zorê li ser zeytûnên xelkê ferz kiriye.

Divê were gotin ku komên çekdar bi taybetî diziya zeviyên zeytûnan ên Kurdan dikin.

Her wiha komên çekdar bacê li ser wan zeviyên Kurdan jî disepînin ku xwediyên wan li derveyî Efrînê.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên ên mixalefeta Sûriyeyê yên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst