HILBIJARTINÊN KURDISTANÊ - Ev hilbijartin çima cuda ne?

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Cudahî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Herêma Kurdistanê xwe amade dike ku 20ê Çiriya Pêşîn biçe ser sindoqan.

Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya vê carê dê bi hinek guherînan ji yên berê cudatir be.

Li 4 herêmên hilbijartinan mafê dengdanê yê 3 milyon û 789 hezar heye.

Sîstema elektronîk

Di van hilbijartinan de dê cara ewil deng bi rêya sîstema elektronîk bên tomarkirin û hejmartin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê dê çavdêriya hilbijartinan bike û sîstema VVDyê dê were bikaranîn da ku dengderên neqeydkirî nekarin deng bide.

Her wiha ji bo deng zû û rast bên hejmartin jî dê cîhazên bi navê PECOSê bên bikaranîn.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Hekîm Omer Ehmed ragihand ku hilbijartina vê carê dê gelekî zelal û pêbawer be.

Alîkarê Nûnerê Taybet ê Berpirsê Kar û Barên Siyasî û Alîkariyên Hilbijartinan ê UNAMIyê Claudio Cordon jî ji Rûdawê re diyar kir ku qeydên bi sîstema biyometrîk bên kirin dê pêşî li sextekariyê bigirin.

Berpirsê Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê (UNAMI) Claudio Cordone her wiha da zanîn ku bi vî awayî dê di nava 24 saetan de encamên hilbijartinê diyar bibin.

Hilbijartina bêyî parlemento

Parlamentoya Kurdistanê sala 1992yan hatiye damezirandin, ji wê demê û vir ve cara yekê ye di nebûna parlamentoyeke çalak de hilbijartin tên kirin.

Dadgeha Federal a Îraqê 30ê Gulana 2023yan bi hinceta ku "nedestûrî"ye dirêjkirina erka Parlamentoya Kurdistanê red kir û biryar da ku her biryara ji aliyê parlamentoyê were dayîn neqanûnî ye.

Parlamentoya Kurdistanê ji ber vê yekê ji wê demê ve neçar maye ku karê xwe rawestîne.

Ji ber vê sedemê ji sala 1992yan û vir ve cara ewil e ku hilbijartin bê parlamentoyeke aktîv tên kirin.

Hilbijartin dê bi çavdêriya Bexdayê bê kirin

Bi biryara Dadgeha Federal a Îraqê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referamdumê ya Kurdistanê jî hat betalkirin.

Ji ber wê jî hilbijartinên dewra şeşan dê di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê de bên kirin.

Her wiha Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ji çavdêriya pêvajoya hilbijartinê jî berpirsyar e.

Hejmara kursiyan kêm bû

Dadgeha Federala ya Îraqê 22yê Sibata 2024an biryar da ku 11 kursiyên pêkhateyên Tirkmen û Mesîhî yên li Parlamentoya Kurdistanê bên rakirin.

Lê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê 20ê Gulana 2024an rêziknameyeke nû derxist.

Li gorî biryarê, li parlamentoyê dê 100 kursî hebin û 5 kursî jî ji pêkhateyan re werin veqetandin.

Ji bo hilbijartinên heyama şeşemîn, hezar û 191 namzed (823 mêr û 368 jin) dê ji bo 100 kursiyan hevrikiyê bikin.

Ji van namzedan 38 kes ji bo kursiyên kotayê dikevin hevrikiyê.

Li Parlamentoya Kurdistanê dê çend jin hebin?

Li gorî pergala nû ya hilbijartinan, li Parlamentoya Kurdistanê ji sedî 30 kotaya jinan heye.

5 kursiyên parlamentoyê ji bo pêkhateyan hatine veqetandin.

Li gorî pergala nû ji 95 kursiyan 30 ji jinan re hatine veqetandin.

Li gorî vê yekê li Silêmaniyê ji 36 kursiyan 11, li Hewlêrê ji 32 kursiyan 10, li Dihokê ji 24 kursiyan 8 û li Helebceyê jî ji 3 kursiyan yek dê kotaya jinan be.

Berfirehkirina herêmên hilbijartinê

Berê tevahiya Herêma Kurdistanê wekî yek herêma hilbijartinan bû lê vê carê wekî çar herêmên cuda yên hilbijartinê hatiye belavkirin.

Dengderan di hilbijartinên berê de bixwesta wan dikarîbû li seranserê Herêma Kurdistanê dengê xwe bidin her partî û her namzedî.

Lê di van hilbijartinan de her dengder dê bikaribe tenê dengê xwe bide partî û namzedê herêma xwe.

Li gorî vê yekê, Hewlêr bi 34 kursiyan, Silêmanî bi 38 kursiyan, Duhok bi 25 kursiyan û Helebce jî bi 3 kursiyan tên temsîlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst