Gola Wanê bi robotan tê paqijkirin

06-06-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Gola Wanê Paqijkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi boneya Roja Cîhanî ya Jîngehê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi teknîkeke modern dest bi paqijkirina binê Golê Wanê hatiye kirin.

Tîmên şaredariyê, Welatî, tîmên binaviyê yên ser bi Ewlekariya Peravan û Berevaniya Şaristaniyê bi hev re mezintirîn gola Kurdistanê Gola Wanê pak dikin.

Hinek peravên golê û hinekan jî binê golê ji paşmayan tên paqij dikin.

Fermandarê Ewlekariya Peravên Gola Wanê Tahsin Ceylan got “Ev tiştên hûn niha dibînin hemû ji binê avê hatine derxistin û hîn gelek tiştên din yên hatîn derxistin hene. Em careke din hemû kesî vedixwînin ku di vê mijarê de hestyar bin. Ew gemara em davêjin zerarê dide jîngehê û dibe sedema jinavçûna gelek candarî.”

Robotê binê avê dikare 235 metreyan dakeve binê avê bi vî awayî karê niqumvanan asantir dibe.

Li aliyekê dema ev robot tiştên giran ji binê golê derdixist, tîmên binaviyê jî gelaşên biçûk dixin kîsan û bi wî awayî ji inê avê derdixin.

Niqumvana avê Şahika Ercumen xwediya rekora niqumvaniya Tirkiyê ye di avên azad de. Bo balê bikişîne ser parastina jîngehê ew jî di binê Gola Wanê de gelaş berhev dike.

Şahika Ercument dibêje “Ev xebatên pakkirina binê golê, parastina wê û rûbirûbûna gemarê gelek binirxin. Ne tenê li Tirkiye li cîhanê niha gol û çem rûbirûyî hişkesaliyê û gemarê bûne û hinek ber bi ziwabûnê ve diçin. Em bi parastina Gola Wanê nahêlin ew yek li vir çêbibe.”

Bi dirûmên “Ji bo jiyanek xweştir, siberojeke kesktir û biberekttir. Parastina jîngehê erkê ser milê her mirovekê ye. Hezkirina jîngehê, hezkirina hebûnê ye” Gola Wanê tê paqijkirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst