Li Serê Kaniyê cendirmeyan li ser sînor ciwanek kuşt

06-03-2024
RÛDAW
Nîşan Serê Kaniyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, kesek ji aliyê cendirmeyên Tirkiyeyê ve hat kuştin.

Herwiha kesek jî birîndar bû û 12 kesên din jî hatin desteserkirin.

Polîsên Leşkerî yên ser bi Tirkiyeyê ve ragihand ku li bajarokê Mebrûkeyê dema hinek kesan dixwest sînor derbas bikin, cendirmeyan gule li wan reşandin.

Di encamê de kesek hat kuştin û kesekî din jî birîndar bû.

Li gorî Polîsên Leşkirî kesê hatiye kuştin 28 salî ye, navê wî Wezah Şilhum e.

Termê kesê kuştî û yê birîndar veguhastin nexweşxaneya li Serê Kaniyê.

Herwiha hat zanîn ku 12 kes jî hatin desterserkirin.

Navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ji Çiriya Pêşîna 2019an ve ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst