Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji Kampa Zirgiwêzê tên dêrxistin

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kampa Zirgiwêz Rojhilatê Kurdistanê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Rêxistina Kurdistanî ya Komûnîst a Îranê Eta Nasir Seqizî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endam, malbat û Pêşmergeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê ji Kampa Zirgiwêzê ya Silêmaniyê tên derxistin.

Îro karwanê yekem ê endam, malbat û Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ji Zirgiwêzê derket û ew li Kampa Sûrdaşê ya Dûkanê bi cih bûn.

Endamê Komîteya Navendî yê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Eta Nasir Seqizî ji Rûdawê re eşkere kir ku şandeyeke asayîşa Silêmaniyê doh êvarî hatiye kampê û ji wan xwestiye ku ji kampê derkevin.

Eta Nasir Seqizî eşkere kir ku li ser rêkeftina Îran û Îraqê ya ewlehiyê asayîşa Silêmaniyê ji wan xwestiye ku ji Kampa Zirgiwêzê ya Silêmaniyê derkevin.

Li gorî gotina Eta Nasir Seqizî divê heta 10ê mehê ti kes li Kampa Zirgiwêzê nemîne.

3 partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Kampa Zirgiwêzê bûn

Li gorî zanyariyên Rûdawê şandeya asayîşa Siêmaniyê bi Komeleya Şoreşgêr û Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê, Rêxistina Kurdistanî ya Komunîst a Îranê û Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê re civiyaye û ji wan xwestiye ku ji kampê derkevin.

Eta Nasir Seqizî behsa veguhastina xelkê kir û got:

"Îro karwanê yekem ê malbat û endamên her sê partiyan ji kampê derket û ew li Kampa Sûrdaşê ya nahiyeya Sûrdaşê bi cih bûn.
Di rojên bê de dê kesên din jî ji kampê derkevin û biçin Kampa Sûrdaşê."

Li gorî gotina Eta Nasir Seqizî çekên wan ji wan tên standin û bi tenê wekî “penaber” diçin li Kampa Sûrdaşê tên bicihkirin.

Çi bûbû?

Kampa Zirgiwêzê li nahiyeya Tanceroyê ya Silêmaniyê ye.

Şêwirmendê Encûmena Ewlehiyê ya Îraqê Qasim Erecî 19ê Tebaxê ji Wezîrê Koç û Koçberan ê Îraqê Îvan Fayiq Cebro xwest ku hêzên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li Kampa Sûrdaşê werin bicihkirin.

Îvan Fayiq Cebro heman rojê daxwaza Qasim Erecî qebûl kiribû.

19ê Adara 2023yan Îraq û Îranê peymaneke ewlehiyê îmze kir.

Qasim Erecî û Sekreterê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî peyman îmze kiribû.

Beşeke peymanê li ser siberoja hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bû.

Komîteya Bilind a Bicihkirina Peymana Ewlehiyê ya Hevbeş a Îraq û Îranê 19ê Îlona 2023yan li ser rêkeftinê wiha gotibû:

"Baregehên komên mixalefeta Îranê yên nêzîkî sînor hemû hatin valakirin û ew ji herêmên sînor hatine dûrxistin û çekên wan jî ji wan hatine standin.

Her wiha nobedarên sînorî li herêmê hatine bicihkirin û dê ew li herêmê bin û alaya Îraqê jî li herêmê hatiye bilindkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst