Tuncer Bakirhan: Plana wan tesfiyekirin bû

04-11-2024
RÛDAW
Nîşan Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan Tulay Hatîmogullari Qeyûm Mêrdîn Êlih Xalfetî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir, wan kesên ku destên xwe dirêjî me kirin plana tayînkirina qeyûman kiriye.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li ber Şaredariya Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da.

Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulîstan Sonuk, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun nûnerên saziyên sivîl li pêş avahiya Şaredariya Êlihê tevlî xwenîşandana tayînkirina qeyûm bûn.

Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari di xwenîşandanê de axivîn.

Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de amaje bi destdirêjkirina Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî kir û wiha got:

"Wan komplogerên diz tesfiye plan dikir, wan destên xwe dirêjî me kiribûn. Me jî destê xwe dirêjî wan kir.

Me got, belkî ew jî bi gelê Kurd re aştiyeke birûmet pêk bînin ku bi salan e bi tesfiye, înkar û çewisandinê nekarîne wê tune bikin.

Rojekê em dê we bikin partiyek ku êdî hûn dê nikaribin tabelaya xwe daliqînin.

Ev gel baş dizane ku hûn li van avahiyên şaredariyê çi dikin. Hûn diz in.

Hûn bi ziman û çanda gelê Kurd dilîzin.”

 “Dê xelk îradeya xwe biparêze”

Tulay Hatimogullariyê jî diyar kir ku şaredarî ya gel e û wiha got:

"Şaredarî gel e, şaredarî hûn in, şaredarî xelkê Êlihê ye.

Yên ku difikirin ku bi desteserkirina van çar dîwaran îradeya gel têk daye bila zanibin ku tevî gelek caran qeyûm tayin kirin jî xelkê piştgiriya partiya xwe û hevserokên şaredariyê kir."

Hatîmogullariyê di berdewamiyê jî de got:

“Ev jî darbeyeke siyasî ye. Wekî darbeya 12ê Îlonê ye ku bi destê leşkeran pêk anîbûn.

Aniha jî bi destê polîsan îradeya gel didizin.

Di salvegera girtina hevserokên me Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş de dîsa heman darbe pêk anîn.

Çi kirin qeyûm tayînî şaredariyên me kirin.

Hûn sed hezar qeyûman tayîn bikin jî wê îradeya gel derkeve holê.

Em dê bi mafê xwe yê hilbijartin û hilbijirînê li îradeya xwe xwedî derkevin.

Gelê Kurd bi yekdengî dê li îradeya xwe xwedî derkeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst