96 malbat ji Kampa Holê hatin berdan

04-09-2023
RÛDAW
96 malbat ji Kampa Holê hatin berdan
96 malbat ji Kampa Holê hatin berdan
Nîşan Kampa Holê Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karwanekî kesûkarên gumanbar ên çekdarên DAIŞê ku ji 96 malbatan pêk dihat ji Kampa Holê hatin berdan.

Ev karwan hemû ji xelkê Reqayê pêk tê û piştî zêdirî 5 salan vedigerin cih û warên xwe.

Welatiya Sûriyeyî Fatîme Mihemed hestên xwe wiha anî ziman:

“Hestekî xweş e. Hestekî bê mînak e. Gelek sal in çaverêyî vê kêliyê me.”

Piştî çavpêxistinê bi pêşîneya wan û piştrastbûnê ji wan, Rêveberiya Xweser ku kamp di bin destê wê de ye, rê da ji bo ku jin û zarok derkevin.

Barhilgir hatin amadekirin û wan hemû kelûpelên xwe bar kirine û vegedigerin Reqayê.

Welatiya Sûriyeyî Mîdya Îbrahîm got, “Karûbar bi rê ve diçe, lê bi zehmetî. Ji ber ku li vê derê perwerde û fêrkirin nîne.

Bi wê hêviya ku em ji vê derê derketine derve ji bo bikaribin perwerde û pirtûk û tiştên din ji bo zarokên xwe dabîn bikin.

Bi saya Xwedê em dê dest bi jiyaneke nû bikin.”

Di 2023yan de, 2 hezar û 500 malbat ji Kampa Holê bi kefalet hatine berdan.

Di navbera 2018 û 2021ê de, 800 malbat hatin azadkirin ku ji 3 hezar û 200 jin û zarokan pêk hatibûn.

Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêvebeirya Xweser Şêmûs Ehmed got:

“Îro 96 malbat ku dike 360 kes hatin vegerandin. Rêveberiya Xweser di rêkxistina zincîrekê de ji bo vegerandina wan, ji bo beşên Bakurrojhilatê Sûriyeyê berdewam e.”

Zêdetirî 55 hezar kes li Kampa Holê hene. Ji wan 31 hezar zarok in ku ji sedî 60ê kampê pêk tînin.

Guvaşeke mezin a navdewletî li ser welatan heye ji bo welatiyên xwe ji kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vegerînin.

Neteweyên Yekbûyî hiştina zarokan li wan kampan, wekî binpêkirina yasaya navdewletî û karekî diltezîn binav dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst