Vekişîna ava Gola Wanê bandoreke neyînî li masîgiran dike

04-08-2023
RÛDAW
Nîşan Gola Wanê Guherîna Keşûhewayê Masîgirî Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Guherîna keşûhewayê bandoreke mezin li ser Gola Wanê kiriye û kêmbûna ava golê jî bandor li karê masîgiran kiriye.

Guherîna keşûhewayê wiha kiriye ava Gola Wanê vekişe. Ew kevirên bi salan di bin avê de bûn ji ber daketina asta ava golê niha derketine.

Cihên ku berê perav bûn niha bûne dêmî.

Alîkarê Serokê Şaredariya Wanê Nurî Mehmet Beyoglu got:

"Çend belêmên masîgirtinê yên welatiyên me ji ber vekişîna ava Gola Wanê li dêmiyê mane. Ji bo ku belemên masîgiran dîsa li avê vegerin û karê masîgiriyê bikin me dest bi paqijkirina perevan kir."

Perav ji holê rabûn

Asta ava golê ewqasî daketiye ku hinek perav ji holê rabûne û ji neçarî hinek peravên din hatine çêkirin.

Masîgiran berî hatina demsala masîgirtinê xwestibû ku peravên nû ji wan re bên çêkirin lê wê projeyê hîn nû dest pê kiriye.

"Bender tê berfirehkirin"

Masîgir Nedîm Arslan got: “Projeyeke mezin heye. Bendera beleman tê paqijkirin û berfirehkirin. Bi izna Xwedê em dê di dema herî nêzîk de bigihin bendera xwe ya nû. Herwiha bendereke nû jî ji bo me tê çêkirin.”

Ji 15ê Tîrmehê ve qedexeya masîgirtinê qediyaye lê belemên beşek ji masîgiran ji ber vekişîna asta ava golê li dêmiyê mane.

Ew heta niha ji masiyan bêpar in û tê çaverêkirin piştî çêkirina benderan dest bi karê xwe bikin.

Debara nêzîkî 15 hezar malbatên li parêzgeha Wanê li ser masîgirtinê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst