HPGyê bîlançoya şerê îlonê eşkere kir

4 demjimêr berê
Nîşan HPG Şer Amar Îlon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî bîlançoya şer a îlonê ya ku HPGyê eşkere kiriye 28 leşker hatine kuştin ku yek ji wan payebilind e.

Hezên Parastina Gel (HPG) bîlançoya şerê îlonê yê gerîla û leşkerên Tirkiyeyê ragihand.

HPGyê diyar kir ku gerîlayan meha îlonê 112 çalakî li dar xistine û 28 leşker hatine kuştin ku leşkerê payebilind Osman Ayan jî di nav wan de ye.

Li gorî daxuyaniyê, meha îlonê 4 gerîlayan jî di êrişên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

HPG yê da zanîn ku Tirkiyeyê meha îlonê 303 caran bi balafirên şer, 169 caran bi helîkopteran, 51 caran bi çekên qedexekirî û 8 caran jî bi dronên bombebarkirî êrişî gerîlayan kiriye.

Li hêla din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê heta niha amarên şerê îlonê belav nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst