Kargehek ji bermahiyên xwarinan ji ajelan re êm berhem tîne

02-12-2023
RÛDAW
Karmend xwarinê didine pisîkan/Wêne: AA
Karmend xwarinê didine pisîkan/Wêne: AA
Nîşan Dîlok Bermahî Êm Ajel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Rehabîlîtasyon û Hewandina Ajelên Kolanê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kargehek ji bo berhemanîna êmê ajelan hatiye vekirin.

Karmendên navendê rojane bi barhilgirekê li xwaringeh û restorantên bajêr digerin. Xwarinên ku ji ber mirovan mane kom dikin.

Piştre li kargehê ji wan bermahiyên xwarinan ji bo pisîk û kûçikên bêxwedî yên li navendê û kolanan êm berhem tînin.

Serokê Daîreya Parastina Jiyana Xwezayî ya Dîlokê Celal Ozsoyler got:

“Dîlok di warê bermahiyên xwarinê de bajarekî dewlemend e. Em van bermahiyan tînin navendê. Piştre ev bermahiyên xwarinê di makîneyên me de bi mîneral, enzîm, vîtamin, ava hestiyan û tozên şîr tên tevlîhevkirin û dibe komposto.

Piştre em wan ji sîstemeke zihakirinê re derbas dikin û dibe êmê ajelan.”

Piraniya xwarinên Dîlokê bi goşt in û di warê proteînan de dewlemend in.

Ji ber wê jî ajel gelek ji êmê ku ji bermahiyên wan xwarinan hatiye çêkirin hez dikin.

30 karmendên navendê jî her roj li 250 xalên cuda yên bajêr êmê ku li kargehê tê berhemanîn li ser   ajelên bêxwedî yên li kolanên bajêr dabeş dikin.

“Di her xwarina me de goşt heye”

Serokê Daîreya Parastina Jiyana Xwezayî ya Dîlokê Celal Ozsoyler herwiha anî ziman:

“Ajelên kolanan herî zêde ji goşt, hestî û xwarinên di warê proteînan de dewlemend hez dikin. Ji ber ku Dîlok bajarekî gastronomiyê ye hema bêje di her xwarina me de goşt heye.

Ji ber goşt menuya me jî gelekî dewlemend e. Ajelên kolanê jî bi hezkirin van êman dixwin.”

Ev kargeh berî salekê hatiye vekirin û niha rojane tonek êm berhem tîne.

Berpisên navendê dibêjin eger zêdetir bermahiyên xwarinê bên ber destê wan ew dikarin her roj 2 ton û nîv êm berhem bînin û bigihînin ajelên li kolanan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst