MEREŞ - Zerermendên erdhejê ne razî ne: ‘Cihê me yê mayînê nîne’

02-02-2025
RÛDAW
Mexdûrên erdhejê
Mexdûrên erdhejê
Nîşan Mereş Erdheja Mereşê Semsûr TOKÎ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  2 sal bi ser erdheja Mereşê re derbas dibe lê hîn jî bi hezaran kes di konteyneran de dijîn.

Li bajarê konteyneran ê Mereşa Bakurê Kurdistanê ku zerermend tê de dimînin, piştî du salan jî rewşeke zehmet berdewam dike.

Zerermend nerazîbûna xwe nîşan didin ku desthilatê sozên xwe bi cih neanîne.

“Ti kesî li halê me nepirsî”

Welatiya bi navê Zohre Saçmayê wiha got:

"Di erdhejê de ez û hevjînê xwe di bin kavilan de man.

Eger wê rojê me dernexistana, em dê bimirana. Piştî wê kesî hal û rewşa me nepirsî.

Wê rojê berpirsekî hat vê derê, min tiştek jê xwest lê neanî.

Ya rastî kesî alîkariya me nekir.  Ji erdhejê heta niha tenê carekê hezar lîre dan me, ew jî ji ber hilbijartinan bû."

Li aliyê din, li Navenda Bicihbûna Demkî ya Semsûrê, Gafriye Tanriverdiya 34 salî jî da zanîn ku ew û 6 endamên malbata xwe 2 sal in di konteynerekê de dijîn.

“Ev 2 sal in em di nav zehmetiyan de dijîn”

Li gorî gotina Gafriy Tanriverdiyê aliyên peywendîdar sozên xwe bi cih neanîne.

Gafriye Tanrıverdiyê behsa rewşa xwe kir û wiha domand:

"Piştî erdhejê em hatin vê derê û heta niha 2 sal in em di nav zehmetiyan de dijîn.

Ji me re gotin TOKIyan bidin we lê kanîn? Gotin dê di salekê de TOKIyan temam bikin lê nebû.

Zarokê min li vê derê bi zatûreyê ket. Ez çi bêjim? Gotin li benda meha Nîsanê bin. Em jî li bendê ne."

6ê Sibata 2023yan li navenda Mereşê du erdhejên mezin çêbûn û bandorên wan erdejan li 11 parêzgehan çêbû.

Di encamê de herî kêm 53 hezar û 725 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 107 hezar kes jî birîndar bûn.

Her wiha bi hezaran avahî hilweşiyan û heta niha bi hezaran welatî di konteyneran de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst