Nêçîrvan Barzanî Mehmûd Meşhedanî pîroz kir

01-11-2024
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Mehmûd Meşhedanî Serokatiya Parlamentoya Îraqê Fraksiyonên Kurdistanî Fraksiyonên Sunneyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokê nû yê Parlamentoya Îraqê pîroz kir.

Mehmûd Meşhedanî doh di dengdana li Parlamentoya Îraqê de wekî Serokê Parlamentoya Îraqê hatibû hilbijartin.

Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartina Mehmûd Meşhedanî peyamek belav kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ew hêvî dike Meşhedanî di warê birêvebirina siyasî, îdarî û yasayî de hevkarî û xebata hevbeş di navbera aliyên siyasî yên Îraqî de serkeftî be.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ew hêvî dike ku bi hilbijartina Meşhedanî re yekrêziya niştimanî bihêztir bibe.

Doh di hilbijartinên Serokê Parlamentoya Îraqê de piraniya fraksiyonên Suneyan û fraksiyonên Kurdistanî piştgirî da Mehmûd Mehşedanî û ew bi amadebûna 269 parlamenteran û bi 182 dengan hat hilbijartin.

Beriya bi salekê Serokê wê demê yê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî bi tohmeta ku sextekarî di belgeyan de kiriye ji erkê xwe hatibû dûrxistin.

Piştî dûrxistina Mihemed Helbûsî, Parlamentoya Îraqê ji bo hilbijartina serokê nû 2 caran civiya lê ji ber nebûna yekdengiya di navbera aliyên Sune de serokê nû nehatibû hilbijartin.

Mehmûd Meşhedanî beriya dengdanê diyar kir ku ew namzedê Suneyan e û dê fraksiyonên Kurdistanî yên Parlamentoya Îraqê jî piştgiriyê bidin wî.

Mehmûd Meşhedanî kî ye?

Mehmûd Meşhedanî sala 1948an ji dayîk bûye.

Serkirdeyekî navdar ê Suneyan e.

Beriya ku bibe siyasetmedar, di artêşa Îraqê de efser bûye.

Li Zanîngeha Bexdayê bijîşkî xwendiye û sala 1990î hatiye girtin.

Ji ber dijberiya Şerê Kendavê bi îdamê hat mehkûmkirin lê piştre cezayê wî wekî 15 sal hat guhertin.

Mehmûd Meşhedanî sala 2004an bû endamê Komîteya Amadekirina Destûra Îraqê.

Ji sala 2006an heta 2009an serokatiya Parlamentoya Îraqê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst