Semsûr - Traktor û mînîbus li hev qelibîn: 4 birîndar

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Semsûr Kolik Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê traktor û mînîbusek li hev qelibîn, 4 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Kolik - Semsûrê traktora ku A.T. diajot û mînîbusa ku E.Ş. diajot li nêzikî gundê Sûsyanê li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst