Cenazeyê gerîlayekî din di qutiyê de ji malbata wî re hat şandin

01-09-2023
RÛDAW
Nîşan Gerîla Cenaze Qutî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê gerîlayê PKKyê Yilmaz Uzun piştî 3 salan di qutiyekê de li malbata wî ya li parêzgeha Erziromê hat vegerandiye.

Bavê wî gerîlayî qutiya ku hestiyên kurê xwe tê de bû vekir û got, “Silavên diya te ji te re hene.”

Gerîlayê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Yilmaz Uzun ê bi nasnav Tolhildan Tekman sala 2020an di êrişeke esmanî ya Tirkiyeyê de tevî 5 hevalên xwe li Sêrtê canê xwe ji dest dabû.

Yilmaz Uzun ê bi nasnav Tolhildan Tekman ji parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Li gor zanyariyên di Ajansa Mezopotamyayê de belav bûne cenazeyê gerîlayê navborî piştî 3 salan di qutiyekê de li malbata wî vegeradine.

Li goristana bêkesan hatibû veşartin

Ji bo destnîşankirina cenazeyê kurê xwe tevî ku malbatê sala 2020an xwîn jî dabû û encam jî derketibûn lê Yilmaz Uzun li goristana bêkesan hatibû veşartin.

Bavê gerîlayê PKKyê Îbrahîm Uzun ê ku hestiyên kurê xwe di qutiyekê de wergirt got:

“Kurê min sala 2020an canê xwe ji dest da. Ez wê demê hatim Sêrtê û min mînakên xwînê dan.

Tevî ku sala 2020an encam derketin jî lê cenazeyê wî nedan me. Piştre me daxwaznameyeke din da û cenaze radestî me kirin.”

“Silavên dayika te ji te re hene”

Li gorî vîdeoyeke ku li ser tora civakî belav bûye Îbrahîm Uzun qutiya ku hestiyên kurê wî tê de ye vedike û dibêje:

“Ey şehîd silavên hevalan û dayika te ji te re hene.”

Malbatê piştî 3 salan cenazeyê kurê xwe wergirt û bir navçeya Tatosê ya Erziromê.

Biryar e cenazeyê Yilmaz Uzun li gundê Bastokê yê navçeya Tatosê ya Erziromê were veşartin.

Li gor zanyariyan hêzên ewlehiyê li ser merasîma cenazeyê zext li muxtar û melayê gund kiriye.

Telefonî mela kiriye û jê re gotiye ku nimêja miriyan a ji bo gerîlayê PKKyê qedexe ye.

Berî niha jî cenazayên 2 gerîlayên din ên PKKyê bi heman awayî di qutiyan de ji malbatên wan re hatibûn şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst