Bafil Talebanî: Werin em ala Kurdayetiyê hilgirin

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan Foruma Hewlêrê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Bafil Talebanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di panela “Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên aramiyê” de got, “Eger PDK gavekê were pêş em dê deh gavan werin pêş.” Bafil Talebanî herwiha got: “Li şûna ku em ala partiyan hilgirin, werin em ala Kurdayetiyê hilgirin, em dikarin bi hev re bikin.”

Îro li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” bi hevbeşî ligel hejmarek navendên lêkolînê û saziyên herêmî û navdewletî destpê kir.

Di çarçoveya Foruma Hewlêrê de panela bi navnîşana “Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên aramiyê” bi beşdariya Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û bi moderatoriya Lêkolerê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Mehmûd Baban hat sazkirin.

“Pirsgirêk biçûk in”

Bafil Talebanî li ser pirsgirêkên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û YNK got, “Pirsgirêkên di navbera me de gelekî biçûk in. Divê em rê nedin pirsgirêkên biçûk rewşê li me têk bidin. Neteweya me zirar dike ji nakokiyan ne partî, milet nikare mûçe werbigire. Ev tiştên biçûk ên em xwe pê mijûl dikin di 5 xulekan de çareser dibin. Giliya min li hemû partiyan heye ne tenê li PDKê, madem tiştên mezin bi carekê de çareser nabin werin em bi yên biçûk dest pê bikin.  Wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê deriyê me yê diyalogê her dem vekirî ye. Heta lihevkirinek çênebe em ne amade ne ku tevli civîna civata wezîran bibin. Eger PDK gavekê were pêş em dê deh gavan werin pêş. Ferq nake ku li ku dicivin bi partiyan re. Eger bixwazin em dê li Brezîlyayê bicivin. Em amade ne ku li fezayê jî bicivin.”

Talebanî diyar kir ewm amadene ku hilbijartin bê kirin û civîna duh jî li ser destpêşxeriya wan hatiye kirin. 

“Lahur Şêx Cengî dikare tevlî hilbijartina bibe”

Di heman demê de got ku  ku li navçeya wan azadî heye, eger Lahur Şêx Cengî bixwaze dikare hizbekê ava bike û beşdariyê di  hilbijartinan de bike û got: Haya min ji peyama Lahûr (Talebanî) nîne. Kek Lahûr azad e çi dixwaze bike bila bike Kek Lahûr bila biçe ji xwe re partiyekê ava bike û înşallah serkeftî be.”

Li ser pirsa çima gelek caran serdana Bexdayê dike Bafel Talebanî wiha got: "Bi baweriya min em dikarin bi rêya Bexdayê xizmeta gelê Herêma Kurdistanê bikin. Bexda amade ye rêkeftinê bi me re bike û tenê daxwazeke wê heye. Dibêje erkê xwe pêk bînin û emê jî erkê xwe pêk bînin."

“Pêdiviya hemû cîhanê bi gazê heye”

Talebanî bal kişand ser hebûna gazê li Herêma Kurdistanê û got, “Pêdiviya hemû cîhanê bi gazê heye, werin em bi hev re ji bo vê siyasetekê xêz bikin, têkiliyên PDKê bi Bexdayê re baş in. Ji serdema Mam Celal ve têkiliyên me bi wan re ewqas baş nebûn, bila em bi hev re herin pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin.”

“Teqata Amerîka nemaya”

Bafil Talebanî li ser yekkirina Hêza Pêşmerge û hewldanên Amerîkayê yên di vî warî de anî ziman: “Taqeta Amerîkayê nemaye êdî di yekkirina Hêza Pêşmerge de.’’

Serokê YNKê her wiha li ser rewşa Kerkûkê û hewldana bi PDKê re di vê mijarê de got, “Me li Bexdayê di hemû civînan de behsa pirsa Kerkûkê kiriye lê PDK sifir caran civiyane. Ez pêşniyar dikim hevalên PDKê piştgiriya me bikin ku em pêkve ji bo Kerkûkê kar bikin.  Rewşa milet gelekî xirab e lê em dikarin bi hev re miletê pêş bixin.”

Di berdewamiya axaftian xwe de Talebanî hewiha got: “Tiştekî normal e ku partiyên siyasî bi hev re bikevin nava nakokiyan û hevrikiyê bikin, lê dema ku saziyên hikûmetê ji bo hilweşandina hêzeke din a siyasî bikar bînin ev mijareke din e û ew ne rast e.”

Di beşeke din axaftina xwe de jî Serokê Yekîtiya YNKê got: “Li şûna ku em ala partiyan hilgirin, werin em ala Kurdayetiyê hilgirin, em dikarin bi hev re bikin.”

Bafil Talebanî da zanîn, ku berî niha wan dixwest ku Hewlêr weke Silêmaniyê lê Hewlêr pêşketiye û got: “Hewlêr dixwaze mirovan bişîne fezayê, ez pîrozbahiyê li we dikim, lê Silêmanî wek xwe maye.”

Talebanî got jî: “Çima em li bendê ne ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe xerîbek bêje 'werin rûnin'? Werin em PKK û Tirkiyê li hev bînin. Mam Celal wisa kir, çima em nikarin?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst