Li herêma Serhedê sermayeke zêde heye: Ti kes li derve namîne

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Serma Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên wek Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê hewaya sar tesîreke nebaş li ser jiyana rojane ya xelkê dike.

Li Erdexanê germa hewayê ya bi şev di binê sifirê da 30 pile, li Qersê 21 pile, li Agirî û Erziromê 18 pile û li Dêrsimê jî 6 pile hat pîvan.

Bi qasî 2 metreyan şembelûk çêbûn

Li Erziromê li ser banê xaniyan û kargehan qasî 2 metreyan şembelûk çêbûn.

Li navçeya Çildirê ya Erdexanê bi şev germa hewayê 33 pile di binê sifirê de hat pîvan û seqemeke zêde çêbû.

Nifûsa Çildirê nêzîkî 2 hezar û 630î ye û li navçeyê ji ber sir û seqemê welatî ku mecbûr nemînin, dernakevin derve.

“Ti kes li derve namîne”

Bi taybetî piştî ku tarî dikeve erdê, ti kes li derva namîne.

Şêniyên navçeyê yan li malên xwe ne yan jî li çayxaneyan dora sobeyê dicivin û çayê vedixwin ku germ bibin.

Êvaran mij û xumam dikeve erdê û qeşa cama digire..

Mixtarê Taxa Aşik Şenlikê Dural Karahan got ku ew cara ewil e ku ev qas sermayê dibînin.

“Bila gaza sirûştê bê”

Karahan wiha dewam kir:

“Êvarê kes li derve namîne. Em jî wextê xwe li çayxaneyan derbas dikin. Em tenê dixwazin ku bila êdî gaza siruştî were van herêman jî. Wê demê em ê baştir germ bibin û înşellah koçberî jî wê bisekine."

Li Agiriya ku termometreyan germa hewayê ya bi şev di binê sifirê de 18 pile nîşan da jî qeşa û cemed heye.

Li Qersê germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê de 21 pile hat pîvan.

Ji ber sermayê dar û beran qiravî girt.

Li Dêrsima ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê de 6 pile hat pîvan li ser dar û beran qiravî çêbû, mij û dûmanê xwe avêt serê çiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst