Wan: Sala borî 508 kes bi hinceta PKKyê hatine girtin

01-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Desteserkirin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê sala 2023yan 508 kes bi hinceta PKKyê hatine girtin û derbarê wan de karûbarên yasayî hatine destpêkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Ewlehiyê Wanê ve hatiye belavkirin ji 1ê Kanûna Paşîna 2023yan heta 31ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Wanê bi giştî 602 kes di operasyonên cûda yên bi hinceta “terorê” de hatine desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ji 602 kesên hatine desteserkirin, 508 kes ji wan bi hinceta endamtî û propgandeya rêxistina PKKyê hatine girtin.

65 ji wan bi hinceta endamtî û pîwendiya li gel Cemaeta Gulen û 59 kes ji wan jî bi hinceta îstîmarkirina hestên olî hatine girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê da zanîn ku derbarê kesên hatine girtin de karûbarên yasayî hatine destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst