Navenda Lêkolînan a Rûdawê di 15ê Tebaxa 2018an de yekemîn konfransa navdewletî ya jenosîda Kurdên Êzidî li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê Saz kir. Dr. Jan Ferman ku di dosyeya jenosîda Rwandayê de parêzer e, mêvanê wê konfransê bû, ku Navenda Lêkolînan a Rûdawê saz kiribû.
Tora Medyayî ya Rûdawê di kevana birêveçûna vê konfransê de hevpeyvînek bi Jan Ferman, sekreterê giştî yê Encûmena Navdewletiya Parêzerên Demokratîk re encam daye. Ferman di vê hevpeyvînê de behsa rêkarên nasandina dosyeya Kurdên Êzidî weke jenosîd dike.
Herwiha Ferman dibêje, ku bi hezaran welatiyên ewropî di jenosîda li hember Kurdên Êzidî de dest hebûne.
Eva li jêr naveroka vê hevpeyvînê ye:
Rûdaw: We çawan karî wan tawanên ku li Ruwanda çêbûn, weke jenosîd bidin naskirin?
Jan Ferman: Bi baweriya min, tişta di doza Rwandayê de girîng ew e ku, wek tê zanîn jenosîdeke pir mezin û berfireh qewimî. Pêvajoya bi berpirsiyardanînê hebû, bêyî pêvajoya destnîşankirina berpirsiyaran ti encamek nayê bidestxistin û dadmendî bicih nayê. Di doza Rwandayê de, hevahengî hat çêkirin, nexasim di navbera dadgehên navdewletî û dadgeha ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat çêkirin. Dadgehên Rwanda û dadgehên Ewropayê, ku min bi taybetî bi wan re kar kir, ji bo dîtina kesên ku ji pêkanîna jenosîdê berpirs bûn û xwe li Ewropayê veşartibûn. Dadgehên Ewropayê, lêkolînvanên Ewropayê û dozgerên giştî yên Ewropayê bi roleke girîng rabûn di berhevkirina belgeyan û anîna tometbarên ku xwe veşartibûn ji bo pêşber dadgehê. Cîbicîkirina vî karî hemû beşek ji pêvajoya mikurhatina li jenosîdê bû. Dadgehên Rwandayê jî bi roleke girîng rabûn, nemaze damezrandina dadgehên taybet ên Rwandayê ku ji wan re dibêjin Gaçaça. Wan dadgehan wek dadgeh û wek komisyon rol dilîstin gava lêkolîn li ser dozên xwecihî dikirin. Berpirsiyariyên wan ên xwecihî kêmtir hebûn. Rola wan a girîng hebû ji bo bicihanîna dadmendiyê ji bo xelkê li ser asta navçeyî. Li ser bêtirî sed û deh hezar dozan kar kirin.
Bêguman, pêvajoyeke girêdayî hev bû. Dozgerên giştî yên dadgehên navdewletî şopandina meydanî kirin. Lêkolînvanên Ewropî jî karê xwe kirin daku ew kes li Ewropayê bêne dadgehkirin. Bêguman dadgêrrên giştî yên Rwandayê û lêkolînvanên polîs li ser asta navxweyî şopandin kirin. Ji ber di dawî de ew hemû zanyariyên ku hatin bidestxistin bi hev re hatin komkirin û careke din hatin piştrastkirin û hemû belge dane ber hev. Bi baweriya min, pêvajoya dîtina tawanbaran li Rwandayê bi awayekî baş bidawî hat. Bi baweriya min, divê heman tişt bê kirin ji bo tawanên ku DAIŞê ew kirin. Pêwist e hemû şiyanên ku li ber dest in, çi navdewletî yan navxweyî bin, ji bo şopandin û dadgehkirinê bêne xebitandin, divê îmkan bên xebitandin û hevahengî di navbera hemû mekanîzman de bê sazkirin. Bi baweriya min, ji bo bicihanîna dadmendiyê, plan û hêzeke erkdarkirî pêwist in.
Çi cudahiyk heye di navbera ya ku li Ruwandayê çêbû û ya ku li Şingalê çêbû?
Berî her tiştî, li ser lênihêrîna li xwezaya tawanan, her tawaneke bi vî rengî xasiyetên taybet bi xwe hene. Lê li gor min, pir zelal e û gumana min nîne û nabe gengeşe li ser bê kirin ku DAIŞê tawana jenosîdê li dijî Êzdiyan û pêkhateyên din jî pêk aniye. Bi baweriya min, Xirîstiyan hatine jenosîdkirin, herwiha jenosîd li dijî Şebek û Kakeyî û pêkhateyên din jî hatiye kirin. Ev yek girêdayî îdeolojiya siyasî ya jenosîdxwaz a DAIŞê ye. Ev xalek e. Xala duyem jî ew e ku bi baweriya min, pir pêwist e niha ji bo tawanên ku li Iraqê li ser destê DAIŞê hatin encamdan, mekanîzmeke taybet bi wan tawanan bê dîtin. Çimkî ne mumkin e mekanîzmên tawanekê li ser tawaneke din bên cîbicîkirin. Divê mekanîzmên taybet bi vê rewşê bêne xebitandin. Ev jî rê li ber komkirina berfireh a belgeyan û pêvajoyeke bibandor a dadgehkirinê vedike. Lê bi baweriya min, pêkan e hinek mijar li Dadgeha Tawanan a Navdewletî bêne yekalîkirin. Ji ber ku ne Iraq û ne Sûriyê Peymannameya Romayê îmze nekirine. Herwiha gelek welatiyên wan welatên ku ew peymanname îmze kirine, beşdarî wan tawanan e, lê em dizanin ku pêvajoya karkirina Dadgeha Tawanan a Navdewletî pêvajoyeke pir dijwar e. Dadgeh ne li temamiya hûrgiliyên hemû tawanan, lê tenê li beşeke hindik a dozan dinere.
Çima heta niha li ser asta navdewletî pêngavek jibo nasandina jenosîda li hember êzidiyan nehatiye avêtin?
Pêşî, ez ji pêwistiya nasandina wan tawanan ku dijî Êzdiyan hatine kirin wek jenosîd têdigihim, lê ji aliyekî din ve, ez hest dikim bi rastî pirsgirêk nebûna mikurhatina siyasî ye ku xelkên Êzdî hatine jenosîdkirin. Guman heye ku lêmikurhatina siyasî hebe. Tevî ku wek tê zanîn Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî biryarnameyek derxist ku daxwazê ji Encûmena Ewlekariyê dike, tawanên ku DAIŞê kirine bişîne Dadgeha Tawanan a Navdewletî. Li vir kêşeya mezin ne nebûna mikurhatina siyasî bi wê jenosîdê ye, kêşe ew e hewldan nînin ku belge bêne komkirin û li gor pêvajoyekê ji dadgehê re bêne şandin. Ev mijareke zehmet e. Bi baweriya min, mumkin e rola Dadgeha Tawanan a Navdewletî hebe, lê dadgehên Ewropayê jî dikarin bi rolekê rabin. Berpirsiyariyeke destnîşankirî di stûyê me de ye. Bi hezaran welatiyên Ewropî geşt kirin vê navçeyê daku wêrankariyê bikin û jenosîdê li dijî Êzdî û pêkhateyên din pêk bînin. Welatên Ewropî yên ku rê dane vê yekê, berpirsiyarî di stûyê wan de ye, pêwist e ew lêkolînê bikin û doza jenosîdê bibin dadgehên xwe li Ewropayê, ku ev tiştekî pir hêsan e. Herwiha bi baweriya min, divê rola dadgehên xwecihî jî hebe. Ev tiştekî eşkere ye.
Bêguman, zanyarî ji wan kesan hat ku bi awayê pratîkî dîtine. Şahidhal û kesên ku min ew li Encûmena Mafên Mirovan li Jinêvê û li vir ji nêzîk ve dîtine, di dema serdanên min ên berê de, herwiha sala 2017an min serdana wan navçeyan jî kir ku tawana jenosîdê li wan hatiye kirin. Erê, min sala 2017an serdana wan navçeyan kir, lê pêngava dûre bi nerîna min ew e tîmeke erkdarkirî bê amadekirin ku bikarin hemû belgeyan berhev bikin, bi awayekî bêne amadekirin ku pêkan be ji dadgehan re bên şandin, çi li vir çi li Ewropayê û li ser asta navdewletî jî. Bi nerîna min pêwist e ew hemû belge bêne komkirin ku bi awayê pratîkî berçav in û ez serwext im, çimkî ez bi rêxistinan re rûniştime û çavê min bi qurbaniyan ketiye. Ango belge li ber dest in. Vêga pêwist e pêvajo bê xebitandin, dadgehkirin li ser asta navdewletî, li ser asta Ewropayê û li ser asta xwecihî jî dest pê bike. Bi baweriya min, ev erk li pêşiya me ye.
Te berpirsên navdelwtî agahdar kirine ku ew keç û jinên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û kirine bi Sebiye û bi pere hatine rizgarkirin, û niha jî dubare li kampan di bin çadiran de, di rewşekî xirab de dijîn û rêxistinên navdewletî haya wan jê nîne?
Erê bêguman. Li Encûmena Mafên Mirovan konferans ji bo vê mebestê hatine sazkirin. Bi baweriya min, mijara kolekirin û revandina jin û zarokên Êzdî dibin beşeke sereke ji guftûgoyên girêdayî komkirina belgeyan ji bo dadgehan daku li jenosîdê bê mikurhatin. Bi baweriya min, ev beşeke girîng a belgeyan e, çimkî qirrkirina mêran û kolekirina jin û zarokan qewimiye.
Bi baweriya min, civaka navdewletî karekî pir kêm kiriye û karê pêwîst nekiriye. Lê beşek ji mijarê rêkxistina tiştan e bi awayekî ku hevahengî di navbera rêxistinên navdewletî û rêxistinên xwecihî de hebe û kar bi awayekî bêne rêkxistin, planeke şênber ji bo şopandina dozê hebe. Belgeyên li ber dest in bi awayekî bêne bikaranîn ku dadgeh ji wan re bê rêkxistin li ser astên cuda. Belge bi awayekî bêne bikaranîn ku tîmên şopandina navdewletî û xwecihî dest bi hevahengiyê bikin ji bo amadekirina dadgehkirinan. Dûre wê bilez encam bikevin destên me.
We lêkolînek derbarê dosyeya êzidiyan de nivîsandiye, gelo we ti pêwendî li gel wê ofîsê kiriye, ku serokwezîrê Kurdistanê vekiriye jibo rizgarkirina jinên êzidî yên bin destê DAIŞê?
Bi rastî min pêwendî kiriye bi kesên ku mijûlî vî karî ne, herwiha rêxistinên ku mijûlî babetê ne. Hewlên pir girîng hatine dayîn ji aliyê desthilata xwecihî û rêxistinên nehikûmî, bi baweriya min, tenê ew hewldan xalên destpêkê ne ji bo destpêkirina pêvajoya dadgehkirinê. Bêguman pêwist e ji aliyê civaka navdewletî ve bê piştevanîkirin. Divê ezmûnên navdewletî û pisporên navdewletî alîkariya vê pêvajoyê bikin. Bi baweriya min, ofîsa ku ji aliyê serokwezîr ve hatiye vekirin pir girîng e, herwiha roleke girîng a rêxistinên nehikûmî jî heye, pêwist e ew rêxistin bibin xala destpêkê ya wê pêvajoya ku min behs kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê divê çi bikin? Çi pêngavek were avêtin jibo nasandina ew tawanên ku li dijî Kurdên Êzidî hatine kirin, daku li ser asta navdewletî weke jenosîd werin naskirin?
Hemû hikûmet û hemû pêkhateyên fermî berpirsiyarî di stûyê wan de ye ku wan kesên ku beşdar bûn di jenosîd û tawanên dijî mirovatiyê de bînin pêşber dadgehê û hewl bidin pêvajoyeke nasandina berpirsiyarên tawanê rêk bixin. Tiştekî eşkere ye ku hikûmeta Iraqê jî, wek hemû hikûmetên din ên cîhanê, ew berpirsiyarî li ser milê wê ye ji bo hêsankarî û rêkxistina wê pêvajoyê, daku bi vî rengî nifşên bê biparêze. Çimkî, wek min berê got, aştî û aramî di nav civakê de rû nade bêyî pêvajoya mikurhatina li tawanan û berpirsiyardanîna tawanbaran. Ger wiha ye, zelal e ku hemû hikûmet û desteyên fermî berpirisyariya tam di stûyê wan de ye ji bo hevahengîkirin û xebitandin û rêkxistina çavkaniyên pêwist daku encamên baş bi dest bikevin. Lê erk girîng e, mînaka Rwandayê nîşanî me da ku erkekî giran e. Pêwistî bi pêvajoyeke pir hestyar heye ku di asta rewşê de be. Herwiha nîşanî me da gava piştî bûyerên bi vî rengî, ku civakê bi tevahî jankêş dike û şêweyê asayî yê karkirina civakê astengdar dike, pêwistiya desthilata xwecihî bi hevkariya civaka navdewletî heye daku bikare pêvajoyê yekalî bike. Bi baweriya min, berpirsiyarî ew e bi hev re kar bikin ji bo destpêkirina pêvajoyê û gera li dû piştgiriya navdewletî bi mebesta gihîştina bi encamên baş.
Proseya komkirina belgeyan divê bi çi awayî be, di demekê de ku piraniya çekdarên DAIŞê hatine kuştin, belge ji ber bombebaranan şewitîne?
Bi baweriya min, ev dibe yek ji xalên sereke yên destpêkirina wê pêvajoyê. Bi awayê meydanî min dîtiye ku çend hêzên cuda, rêxistinên cuda, berpirs û rêxistinên leşkerî, herwiha rêxistinên civaka sivîl, hemû jî mijûlî civandina belgeyan e. Bêguman, bi taybetî rêxistin, alavên pir kêm li ber destê wan e, ji ber vê şêwazekî karkirinê didin meşandin, ku ne şêwazekî profesyonel e. Eger tu berê xwe bidî rewşa Rwandayê, di wê demê de desthilat li holê nebû, di demeke dirêj a jenosîdê de, çimkî desthilata kevn hatibû têkbirin, jenosîd jî encam dabû. Desthilata nû bi temamî nehatibû damezrandin. Li wir jî rêxistinên sivîl bi roleke bingehîn rabûn ji bo komkirina belgeyan. Niha, xala girîng ew e ku ew hemû belge bêne komkirin ku li ber destê hemû rêxistin û saziyên fermî û rêxistinên leşkerî û rêxistinên navdewletî ne. Bi baweriya min, niha astengî ew e ka çawa pêkan be bêne komkirin û bi yek metodê bêne bikaranîn ji bo pêvajoya dadgehkirinê. Bi baweriya min, ev astengiyek e ji bo salekê yan du salên bê. Çimkî tenê piştî yekkirina hemû belgeyan, pêkan e doz ji bo dadgehê bê birin.
Hejmarek ji wan keç û jinên ku hatibûne revandin û kiribûne Sebiye, ji çekdarên DAIŞê ve zarokê wan peyda bûne, niha ku hatina rizgarkirin, ew zarok jî bi wan re ne, we ti karek ji bo vê yekê kiriye?
Berî her tiştî, bêguman ne tenê aliyê qanûnî yê vê babetê heye. Pirsa wan zarokên ku ji ber destdirêjiya li ser jinên kolekirî ji dayik bûn babetek e ku mezintir e ku tenê bi yasayê bê çareserkirin. Bi baweriya min, pêwist e em sûdê ji peymannameya cîhanî ya mafên zarokan werbigirin. Pêwist e heman maf û heman eger li pêşiya wan zarokan bin wek hemû zarokên din. Çimkî ne ew û ne jî dayikên wan ti berpirsiyarî di stûyê wan de tune li hember tişta qewimî. Tew nabe dê û zarok li ser asta civakî jî bêne cezakirin ji ber tiştekî ku bi ser wan de hatiye ferzkirin. Xala sereke ew e ku civak, di heman demê de dezgehên fermî yên vir û civaka navdewletî jî bi awayekî eşkere berpirsiyariyê ji ser milên wan rakin. Ew jin û zarok ne berpirsiyar in, yên ku ew kole kirin, ew berpirsiyar in. Ev xala destpêkê ye. Lê xaleke din a girîng jî ew e ku pêwistiya rewşên bi vî rengî bi aştiyê heye di navbera civakan de û di nava heman civakê de jî. Tawanên bi vî rengî birînên pir kûr di nav civakê de çêdikin. Pêwist e civak bi ser van bûyeran de derbas bin. Ez dibêjim, pêşniyara min ew e wan zarokan qebûl bikin wek ku girêdayî civaka we bin, çimkî ev tena riya derbaskirina rewşê ye.
Hêzên pêşmerge ew navçe ji destê DAIŞê rizgar kirin li Şingalê û derdora wê, lê piştî bûyerên 16ê Comeha 2017 artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî careke din ew navçe kontrol kirin, ku bi dehan gorên bikom ên qurbaniyan li wan dera ye, gelo metirsiya jinavçûna wan goran heye, divê çi were kirin bo parastina wan goran?
Pêşî, ev berpirsiyariya wan hemûyan e ku li navçeyê ne, êdî hêzên Iraqê bin, Pêşmerge bin, yan her aliyekî din, daku dokumentan biparêzin. Eşkere ye ku rewşa siyasî pir aloz e. Pir parçebûn hene. Hinek caran mixabin şer jî diqewime. Bi baweriya min, xala herî girîng ew e ku divê ew hêz hemû di wê de hevgirtî bin ku rêza pêvajoya mikurhatina li jenosîdê bigirin. Herwiha têbigihin ji pêwistiya dîtina berpirsiyarên wê jenosîdê. Ez dilgiran im ku heta niha, ne tenê li Iraqê, lê belê li Ewropayê jî, dadgehkirin pişta xwe bi wê ve girê dide ku ew kes endamê rêxistineke terorîstî bûbe. Eger kar bi vî rengî bê kirin, qet bersiva wê pirsê bi dest xelkê nakeve ka çi hat serê civaka min? Çimkî divê li ser wê bingehê ew kes teqez endamê rêxistineke terorîstî bûbe û piştre bê dadgehkirin. Rêkxistina pêvajoyekê ku bi tevahî temamiya rûbera tawanê û siruşta tawanê li ber çav bigire. Pêwist e kar bi hemû hêzan re bê kirin daku ji pêwistiya pêvajoya dîtina berpirsiyaran têbigihin. Gengeşekirina tevahiya tawana jenosîdê û tawanên dijî mirovatiyê pêşmerc e ji bo razîkirina wan daku civak û şûnwar û belgeyan biparêzin.