Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Asmanî ya Supayê Pasdaran ê Îranê Mecîd Mûsevî li ser gefa Trump got, "Eger êrişî jêrxana enerjiyê ya welatê me bikin, em dê elektrîka welatên herêmê bibirin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji niha û pê ve di bersiva her êrişa li ser keştiyên li Tengava Hurmizê de, ew dê jêrxana Îranê bikin armanc.
Fermandarê Hêza Asmanî ya Supayê Pasdaran ê Îranê Mecîd Mûsevî bersiv da gefên Donald Trump.
Mecîd Mûsevî ragihand, "Eger êrişî pir û santralên elektrîka me were kirin, bi dilniyayî elektrîka welatên hevpeyman û mêvandarên 'kujerên zarokan' (Amerîka û Îsraîl) dê were vemirandin."
Bersiva tund ji bo gefên Trump
Ev gefa Supayê Pasdaran wekî bersiveke rasterast tê ji bo Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Trump berê hişyarî dabû Taranê ku Eger êrişî keştiyên li Tengava Hurmuzê were kirin, ew ê jêrxana navxweyî ya Îranê bikin hedef û gotibû:
"Ji niha û pê ve, kengî ku Komara Îslamî ya Îranê li Tengava Hurmizê êrişî keştiyekê bike, çi bi mûşek, roket, dron, çi jî bi her amûr û çekeke din be, Dewletên Yekbûyî dê pirekê yan jî santraleke elektrîkê bombebaran û wêran bike."
Gefa armanckirina Tehranê
Trump di berdewamiya peyama xwe de gef xwar ku ew dê paytexta Îranê jî bikin hedef û wiha pê de çû:
"Ev êriş dê wan pir û santralan jî li xwe bigirin ku dikevin rex yan jî navenda bajarê Tehrana paytext. Spas ji bo baldariya we ya li ser vê mijarê!"
Alozî derbasî qonaxeke nû bû
Aloziyên di navbera Washington û Taranê de derbasî qonaxeke metirsîdar bûne.
Niha şer û alozî ji şerê keştiyan derbasî gefên li ser "jêrxana jiyana welatiyan" ên wekî elektrîk û rêyan bûne.
Amerîkayê ev 11 şev in ku êrişên xwe yên li ser armancên Îranê yên li herêmê dest pê kirine.
Taran û Washington bi rêya medya û medyaya civakî peyamên tund ji hev re dişînin.



