Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê bernameya "Mihrîcana 58emîn a Çand û Hunerê ya Tetwanê" ragihand.
Mihrîcana 58emîn a Çand û Hunerê ya Tetwanê dê di navbera 31ê Tîrmehê û 9ê Tebaxê de were lidarxistin.
Mihrîcan bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene!” tê lidarxistin.
Çalakî 31ê Tîrmehê demjimêr 18:30î bi "Meşa Mihrîcanê" dest pê dike.
Piştî meşê, Koma Erbaneyê dê hunera xwe nîşan bide û şevê jî hunermend Şahê Bedo, Neslîhan Edîş û Serhedo dê li Qada Çalakiyê ya Beravê konserê bidin.
Di bernameyê de ne tenê muzîk, her wiha şano, pêşangeh, panel û fuara pirtûkan jî cih digirin.
Destpêka mîhrîcanê û meşa girseyî
Mîhrîcan roja Înê 31ê Tîrmehê bi meşeke girseyî ya demjimêr 18:30î dest pê dike.
Piştî meşê li Qada Çalakiyê ya Beravê, Koma Erbaneyê dê derkeve ser dikê.
Her wiha demjimêr 20:00an hunermend Şahê Bedo, Neslîhan Edîş û Serhedo dê konserên ewil ên mîhrîcanê bidin.
Roja Şemiyê 1ê Tebaxê, demjimêr 11:00an li ber Yaşam AVMyê pêşangeha "Komuna Wêneyan a Aryenê" tê vekirin.
Di navbera demjimêr 14:30-16:00an de li Taxa Esentepeyê lîstika şanoyê ya "Her Gundek Lîstikek" a Şanoya BKM Arsen Paladov tê nîşandan.
Demjimêr 20:00an jî Rûken Yilmaz, Mehmet Atli û Koma Agirê Jiyan dê li beravê derkevin pêşberî hunerhezan.
Roja Yekşemê 2ê Tebaxê, şano dê li Taxa Karşiyakayê berdewam bike.
Bi şev jî hunermend Peyal û Delîl Dîlanar dê li Qada Beravê konserê bidin.
Panelên çandî û nîşandana fîlman
Roja Duşemê 3yê Tebaxê, demjimêr 15:30-17:00an li Konserwatuara Şaredariya Tetwanê panelek li ser "Tundiya Çandî ya Nexuya" û "Rêbazên ji bo Nû ve Avakirina Çandî" tê lidarxistin.
Saliha Ayata û Dilawer Zeraq dê wekî axaftvan beşdarî panelê bibin.
Demjimêr 19:00an jî li sînemayên Yaşam AVMyê nîşandana fîlman heye.
Dîwana dengbêjan û fuara pirtûkan
Roja Sêşemê 4ê Tebaxê, demjimêr 15:00-17:00an li Parka Baxçeyê Milet "Dîwana Dengbêjan" tê sazkirin.
Dengbêj Xalîde, Evîn Sindî û Mehemedê Serhedî dê kilamên xwe bibêjin.
Bi şev jî Koma Rengîn, Cevdet Bagca û Koma Agirê Zerdeşt dê konserê bidin.
Roja Çarşemê 5ê Tebaxê, demjimêr 11:30î li ber Yaşam AVMyê "Fuara Pirtûkan" tê vekirin.
Demjimêr 14:30î panelek li ser "Madeyên Hişbir" tê lidarxistin.
Konsera şevê jî dê ji aliyê Eylul Nazlier, Murat Demîr û Siya Şevê ve were dayîn.
Geşta Nemrûdê û hunera jinan
Roja Pêncşemê 6ê Tebaxê, tenê konser heye û Servet Kocakaya, Ayfer Duzdaş û koma Bajar dê derkevin ser dikê.
Roja Înê 7ê Tebaxê, demjimêr 10:00-13:00an geştek ji bo Kraterên Nemrûdê tê organîzekirin.
Bi şev hunera jinan li pêş e; Koma Erbaneyê ya KASEDjin, Koma Govendê ya Jinan a Arjînê, Mizgîn Turan û Tara Mamedova dê li beravê bin.
Şanoya Bajêr a Amedê û Kamkar
Roja Şemiyê 8ê Tebaxê, demjimêr 11:00an li Parka Baxçeyê Milet çalakiya "Gerok ma" heye.
Demjimêr 14:30-16:00an li Salona Pêşangeha Fuarê, Şanoya Bajêr a Amedê lîstika "Dawiya Dawî" nîşan dide.
Bi şev jî Serdar Canan û koma navdar a Rojhilatê Kurdistanê Kamkar dê konserê bidin.
Fînala mîhrîcanê
Mîhrîcan roja Yekşemê 9ê Tebaxê bi konsereke mezin bi dawî dibe.
Demjimêr 20:00an li Qada Çalakiyê ya Beravê, Koma Amed û Îlkay Akkaya dê derkevin ser dikê û mîhrîcanê bi dawî bikin.




