Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, jineke bi navê Sozdar Guneşa 30 salî di mala xwe de bi awayekî gumanbar daliqandî hat dîtin.
Bûyer li Taxa Dewrîmê ya Nisêbînê rû da.
Li ser agahdarkirinê tîmên peywendîdar çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê termê Guneşê bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Piştre ji bo diyarkirina sedema mirina wê, termê Sozdar Guneşê ji bo otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hat kirin.



