Soprano Pervin Chakar rêze konseran li dar dixe

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pervin Chakar Opera Soprano Stenbol Wan Mersîn Norwêç Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hunermenda Kurd Pervîn Chakarê dê îlonê li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêze konseran li dar bixe.

Hunermenda naskirî ya operayê Pervîn Chakar dê bi stran û aryayên nû bi navê “Stranên Payîzê: Rêwîtiya Muzîkê” konseran li dar dixe.

Konsera yekem a Pervîn Chakarê 27ê Îlonê li Stenbolê li Moi Sahneyê ye.

Her wiha konsera duyem a Pervîn Chakarê dê li bajarê Mêrsînê li AKM Bariş Sahnesiyê be.

Pervîn Chakar dê 1ê Çiriya Paşînê li Navenda Çandê ya Ahmet Guneştekîn û 2yê Çiriya Paşînê jî li Wanê konseran li dar bixe.

Chakar dê li Almanya û Norwêçê jî konseran li dar bixe

Her wiha Pervîn Chakar ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê li Almanyayê bi navê "Operaya Dîwanê ya Rojhilat-Rojava" ku ji helbestên helbestvan Goethe pêk tê konseran li dar bixe.

Konsera yekem dê 19ê Çiriya Pêşînê li Berlînê UdK Georg-Neumann-Saal û konsera duyem 6ê Kanûna Yekemê li Stuttgartê li Liederhalle Mozart-Saalê were lidarxistin.

Li aliyê din, Chakar dê 25ê Çiriya Pêşînê li bajarê Osloyê li Konerthusê derkeve pêşberî hezkiriyên xwe û bi Kurdî, Îtalî Û Almanî stranan pêşkêş bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst