Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Pallê pirtûkeke kolektîf a li ser "xwendinê" ya bi navê “Me Çi Xwend Çi Nexwend” weşand.
Pirtûk ji aliyê lêkoler û nivîskar Fahriye Adsayê ve hatiye amadekirin.
Di pirtûkê de ji bilî Adsayê, 12 nivîskarên Kurd ên ji deverên cuda li ser tecrube û serpêhatiyên xwe yên “xwendin” û “nexwendin”ê nivîsîne.
12 nivîskarên Kurd li hev civiyan
Nivîskarên ku di vê berhemê de nivîsên wan cih digirin ev in:
Asya Xerzan, Beyar Bavî, Çîdem Baran, Fatma Savcî, Ferzan Şêr, Firat Aydinkaya, Haşim Ehmedzade, Jana Seyda, Perwîz Cîhanî, Receb Dildar, Rûşen Arslan û Umît Firat.
“Me Çi Xwend Çi Nexwend” pirtûka sêyem a rêza “Hûrgilî”yê ya Weşanên Pallê ye.
Beriya vê xebatê, di heman rêzê de pirtûkên bi navê “Trêna li Stasyona Xwe Digere” û “Çi Şên e Qehwexaneya Bajêr” hatibûn çapkirin.
"Rûbirûbûna bi xwendinên xwe re"
Di nivîsa li ser pişta bergê ya pirtûkê de balê dikişînin ser girîngiya xwendinê û tê gotin:
"Dema em behsa tecrubeyên xwe yên xwendinê dikin, em wekî parçeyek ji dîroka sosyolojiya xwe ya xwendinê û parçeyek ji epîstemolojiya xwe, qala dîroka xwe ya nêz jî dikin.
Bi vê yekê re em li pey xwe vedigerin, li ser xwendinên xwe difikirin û wan dinirxînin."
Di berdewamiya nivîsê de hatiye diyarkirin ku ev berhem ji bo xwendewanan vexwendinnameyek e da ku xwe zêdetir bikin mijara nivîs, fikirîn û nirxandinê û eihs pê de çû:
"Dibe ku mihasebeyeke kolektîf a jidil a li ser xwendin û nexwendinên me yên bi taybetî 60-70 salên dawî, bibe bingeha zemîneke nû ya nîqaş, fikir û şiroveyên nû.
Xwendin çi qas parçeyek ji jiyana me be, rûbirûbûna bi xwendinên xwe re jî dibe ku rêyên nû li ber me veke. Ti rê venebe jî qet nebe dikare şiyana me ya fikirînê xurttir bike û kaniyên me yên fikrî yên xetimî veke."
Fahriye Adsay kî ye?
Amadekara pirtûkê Fahriye Adsay ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye.
Wê xwendina xwe ya lîsansê li Enqereyê di Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) de temam kiriye.
Adsayê li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de û li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê jî di beşa sosyolojiyê de master kiriye.
Pirtûka wê ya bi navê "Yezidi Kadınlar, Kültürel Sınırların Edilgen Muhafızları" (Jinên Êzidî, Parêzvanên Pasîf ên Sînorên Çandî) sala 2014an ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatibû weşandin.
Fahriye Adsaya ku edîtora kovara Zaremayê ye, ji sala 2013an vir ve ji zimanê Îngilîzî bi dehan pirtûk û gotar wergerandine zimanên Kurdî û Tirkî.
Xwendevan dikarin pirtûkê ji malpera Weşanên Pallê (pallwesan.com) û pirtûkfiroşan peyda bikin.


.webp&w=3840&q=75)
