Hewlêr (Rûdaw) - Fîlmê nû yê sînemagerê Kurd Behmen Qubadî yê bi navê "Dar Dinêrin" li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê ya li Kanadayê tê nîşandan.
Ev berhem bi beşdariya stêrka cîhanî Eva Greenê hatiye girtin.
Derhênerê navdar ê Hollywoodê Martin Scorsese jî berhemhênerê fîlmê ye.
Malperên sînemayê yên cîhanî yên wekî Screen Rant, ComingSoon, Cinefilos û Yahoo Entertainmentê li ser fîlmê nû yê Qubadî nûçe belav kirin.
Li gorî nûçeyan, tevlîbûna Martin Scorsese ya li projeya Qubadî di medyaya sînemayê ya cîhanê de dengekî mezin vedaye.
Behmen Qubadî yek ji derhênerên herî diyar ên Rojhilata Navîn e.
Wî berê jî li festîvalên wekî Cannes û Berlînê xelatên mezin wergirtine.
Behmen Qubadî li ser hesabê xwe yê Instagramê li ser nîşandana fîlmê xwe peyamek belav kir.
Qubadî di peyama xwe de got:
"Ev fîlm ji bo min gereke dirêj û gelekî taybet bû.
Bîranîn, tirs, cih û wan kesan li xwe digire ku bi salan bi min re mane."
Her wiha wî di peyama xwe de spasiya hemû tîm û xebatkarên fîlmê kir ku di vê projeyê de pê re xebitîne.
Li gorî fragmana fîlmê, rûdan di derdoreke tarî, tijî kelecan û hestbariyê de derbas dibin.
Di fîlmê de xweza, jîngeh û heta dar jî dibin çavdêrên kiryar, hest û nihêniyên mirovan.
Ev berhem tevlîheviyeke hunerî ye di navbera şêwaza taybet a Qubadî û dîtina sînemayî ya Hollywoodê de.
Ev fîlm nîşan dide ku mirov çawa bi tawan, tirs û paşeroja xwe re têdikoşe.
Fîlm ji aliyê Behmen Qubadî ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê jî wî kiriye.
Gelek lîstikvanên navdar di fîlmê de dilîzin.
Eva Green: Stêrka Fransî û stêrka fîlmê James Bond (Casino Royale) tê de dilîze.
Murat Yildirim, Zeynep Çamci û Neva Kuş: Stêrk û lîstikvanên navdar ên Tirkiyeyê ne.
Berhemhêner: Ji bilî Behmen Qubadî, Seyfî Şahîn, Lydia Dean Pilcher û Gulrêz Îhtiyatî wekî berhemhêner beşdar in.
Berhemhênerên cîbicîkar: Martin Scorsese, Lucas Akoskin û Bahoz Nesredîn wekî berhemhênerên cîbicîkar di fîlmê de cih digirin.
Wênegiriya sereke ya fîlmê ji aliyê Seba Mezlûm û di beşa duyem de jî ji aliyê Tûrec Aslanî ve hatiye kirin.
Ferbod Xoştînet montaja fîlmê kiriye û muzîka fîlmê jî ji aliyê Bamdad Efşar ve hatiye amadekirin.
Her wiha Babek Tehmîlî wekî dîzaynerê berhemanînê û Gokben Sas jî wekî birêvebirê hunerî beşdarî fîlmê bûne.
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)