Dusseldorf (Rûdaw) - Romannivîsa Kurd-Alman Karoş Taha bi romana xwe ya nû ya bi navê "Gulistan" kete lîsteya pêşbirka Xelata Pirtûkan a Almanyayê ya sala 2026an.
Roman qala êş û xemên gelê Kurd ên di bin desthilata rejîma Beasê û serdema Sedam Husên de dike.
Karoş Tahaya ku li Almanyayê dijî û bi zimanê Almanî dinivîse, li ser amadehiyên vê romanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî:
“Sala 2023yan ez vegeriyam Başûrê Kurdistanê da ku li ser bûyerên romana xwe lêkolînê bikim.
Li wir min bi çendîn jinên ku qurbaniyên destê rejîmê bûn re hevdîtin kir.
Ev hevdîtin ji bo min geşteke gelekî girîng bûn û bûn alîkar ku roman bi lez were nivîsandin.”
Çîroka romanê li dora du kesayetên sereke yên bi navên "Gulistan" û "Çiya" dizivire ku du hevjînên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê ne.
Di romanê de "Çiya" ji ber ku rûyê wî dişibe Sedam Husên ji aliyê rejîmê ve tê revandin da ku li cihên giştî li şûna Sedam Husên derkeve ser dikê, li hemberî vê jî "Gulistan" li pey hevjînê xwe yê winda digere.
Romannivîsa Kurd li ser bikaranîna ramana bedelê dîktator a di romana xwe de got:
“Bikaranîna bedel di desthilatdariyê de amrazekî edebî ye û armanceke siyasî li pişt e, bi taybetî ji aliyê sîstemên faşîst ve wekî ya ku Sedam Husên dikir.
Zordar newêrin bi rastî derkevin nava raya giştî, loma her tim li pişt maskeya kesekî din xuya dibin ku ew kes bi can û laşê xwe nikare xwe biparêze.”
Di beşeke din a romanê de bal tê kişandin ser bikaranîna zimanê olî yê ji aliyê rejîmên zordar ve.
Karoşê li ser vê mijarê anî zimên:
“Min li ser zimanê Încîlê û metna Quranê lêkolîn kir ji ber ku rejîmê zimanê olî û Erebî wekî amrazekî bi kar dianî.
Di dosyeyên veşartî de dema bi ‘Bismîlahîrrehmanîrrehîm’ dest pê dike û pişt re behsa şkencekirin an sîxuriya li welatiyan dike, tu nakokiyên gelekî mezin dibînî bê ma çawa bi navê dilovaniyê karekî ew qasî bêdilovanî tê kirin.”
“Ev pirtûk neynika dîroka me ye”
Romana Gulistanê ji aliyê rexnegir û derdorên edebî yên Almanyayê ve bi germî hat pêşwazîkirin.
Birayê Karoşê Rizgar Taha ku di komkirina agahiyên romanê de alîkariya xwişka xwe kiriye ji Rûdawê re got:
“Ez bûm parçeyek ji pirtûkê ji ber ku min alîkariya Karoşê kir.
Mijar gelekî nêzîkî hest û tecrubeya malbata me û gelek malbatên Kurd bû.
Bavê min û bavê gelek Kurdên din ji me re behs kiribû bê çi qewimiye, loma ev pirtûk neynika rastiyên dîroka me ye.”
Karoş Taha li Almanyayê wekî nivîskareke navdar a Kurd ku xwedî xelatên edebî ye tê naskirin û bi romana Gulistanê careke din bala derdorên edebî yên Almanyayê kişand ser dîrok û êşên Kurdan.
.webp&w=3840&q=75)

