Îran – Nehiştin Şehram Nazerî û kurê wî konsert saz bikin

30-07-2017
RÛDAW
Nîşan Şehram Nazerî Konsert Îran
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Quçan a bakûrê rojhilatê Îranê rê nedane hunermend Şehram Nazerî û kurê wî Hafiz konsert saz bikin.

 

Biryar bû êvara rojê Înê 28-07-2017, hunermend Şehram Nazerî û kurê wî Hafiz Nazerî li bajarê Quçanê konsertekê saz bikin. Lê beriya destpêkirina konsertê hol hate girtin û nehiştin herdu hunermend herin nava holê.

 

Heta niha jî ti sedem an jî hêcetek ji bo astengkirina vê konsertê ji aliyê desthilatdarên Îranê ve nehatine eşkerekirin.

 

Piştî bûyerê Şehram Nazerî ji ber nexweşiyê rakirine nexweşxaneyê.

 

Bajarê Quçanê ser bi parêzgeha Xorasanê ve ye û piraniya nîştecihên wî kurd in.

 

Par li bajarên din ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî bi hêncetên cuda nehiştin konsertên hunermendan birêve biçin. Ev diyarde yek ji pirsgirêka sereke ya hunermendên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst