Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Mahînur Ozdemîr Goktaşê îdia kir ku salên 1990î mêr bi destê SGKyê (Saziya Ewlehiya Civakî) hatine xesandin.
Ev îdiaya Mahînur Ozdemîr Goktaşê di Komîteya Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de bû sedema nîqaşeke tund.
Parlamenterên mixalefetê li hemberî van gotinan bertek nîşan da lê Goktaşê îdiaya xwe ducare kir û got, "Emeliyat hatin kirin."
Di Komîteya Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de ku di bin serokatiya Parlamenterê AK Partiyê yê Samsunê Mehmet Muş de civiya, hevdîtinên li ser budceya sala 2027an a Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, hesabê dawî yê sala 2025an û raporên Dîwana Hesaban bi dawî bûn.
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaşê piştî nirxandina parlamenteran pirsên wan bersivandin.
"Salên 1990î emeliyat hatin kirin"
Goktaşê di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên nifûsê û anî zimên ku Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi lez pîr dibin û daketina rêjeya zayînê bûye pirsgirêkeke mezin.
Di hevdîtinan de gotinên Goktaşê yên li ser sepandinên xesandinê yên salên 1990î bûn sedema nîqaşê.
Mahînur Ozdemîr Goktaşê got:
"Binêrin, li vî welatî mêr bi destê SGKyê hatin xesandin. Ma ev tiştekî normal e? Di salên 90î de çêbû.
Ez dikarim manşetên rojnameyan nîşanî we bidim. Ev rastiyek e.
Ev rewşek e ku divê em jê şerm bikin. Şerm e. Ez behsa salên 1990î dikim.
Ez dikarim li vir polîtîkayên ku ji ser manşetên rojnameyan hatine meşandin bi awayekî berfireh ji we re vebêjim.
Ev ne sîstematîk lê bi piştgiriya SGKyê hatin kirin."
Berteka parlamenterên mixalefetê
Parlamenterên mixalefetê bertek nîşanî gotinên Mahînur Ozdemîr Goktaşê da û pirsî, "Yanî li vî welatî operasyoneke sîstematîk a xesandinê çêbû?"
Li ser vê bertekê Goktaşê got:
"Binêrin, min got hate kirin. Polîtîkayeke bi vî rengî hat meşandin. Ma gotina vê yekê eyb e?
Kêmasiya vê li kû ye? Ez dikarim bi hemû hûrgiliyan ji we re vebêjim.
Hûn dizanin çima dibêjin nehatiye kirin? Ez behsa salên 90î dikim. Emeliyat hatin kirin."
Serokê komîteyê midaxele kir
Ji ber ku nîqaş gur bû, Serokê Komîteyê Mehmet Muş bertek nîşanî parlamenteran da û got:
"Parlamenterên hêja, gelo akademîsyenên van parlamenteran hene yan na?
Bila li ser mijarê lêkolînê bikin. Em li vir bi dawî bikin. Jixwe pêdiviya kesî bi guhdarîkirinê nîne. Kes naxwaze tiştekî bibihîse."
Piştî nîqaşan, budceya sala 2027an a Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, hesabê dawî û raporên Dîwana Hesaban bi dengdanê hatin qebûlkirin.



