Piştî wefata Ehmedê Xanî di berhemên hin dengbêj, stranbêj û çîrokbêjan de jî navê Ehmedê Xanî derbas dibe. Dema di nav gelê Kurd de hişmendiya neteweyi zêdetir bûye pê re şitlê îmaja Xanî wek “bavê Kurdan” bejn daye. Ew wek hêzeke manewî di zargotina Kurdî de (folklor, edebîyata devkî ya gel) bûye xweyê vî “gelê sêwî”. Bi vî awayî hevbandorek di navbera gel, zargotin û Xanî de pêk hatiye. Li jêr bi alikariya çend berhemên edebiyata devkî em ê li ser vê mijarê bisekinin. Gelo Ehmedê Xanî (1650-1707) çawa di hafiza û bîra gel de, mirovên sade de bi cîh girtiye? Di zargotina Kurdî de îmaja Ehmedê Xanî çi ye yan jî civakê çawa, bi çi çavî li Ehmedê Xanî nihêriye, çawa ew ji nû ve efirandiye û pênase kiriye? Bersîva van pirsan û vê mijarê berî salan dema li ser destaneke Kurdî dixebitîm, bala min kişand (1). Min dît ku bi saya hin vegotinên gelerî wek efsane, kilam, xeberok, sond, dia-nîyaz û dayîna nav-nîşanan (unvan)... îmaja Ehmedê Xanî di zargotina Kurdî de baştir xuya dike. Çawa em dibînin hin çavkaniyên din jî Ehmedê Xanî bi awayekî danberhevî (qiyas) didin nasandin û di dawiyê de avahiyeke hîyerarşîk pêk hatiye û Ehmedê Xanî bi asteke mezin hatiye nirxandin û hezkirin.
Navê Xanî ji bavê xwe dibihîsim
Cara pêşîn min navê Ehmedê Xanî ji devê bavê xwe bîhist. Em xort bûn xwîna me hevraz davît, me dengê xwe bilind dikir, digot: “Kurdan re azadî!” Lê bavê min ji sîyaseta me xortan hez nedikir, hertim em rexne dikirin. Carekê hêrsa wî hat: “Kuro kesekî wek Ehmedê Xanî nikaribûye Kurdan bîne bal hev û îttîfaqa wan pêk bîne, îjar hûn xortên duh na pêr dê çawa Kurdan xelas bikin?” Min zêde guh nedida van gotinên bavê xwe û min nizanibû Ehmedê Xanî kî ye jî. Bavê min ev dîtina Ehmedê Xanî ango pirsa “bêîttîfaqi”yê çawa di hişê xwe de not kiribû ez nizanim. Têkiliyên wî zêde bi sîyasetê tune bûn. Tiştên nivîskî jî wê demê kêm dihatin dîtin, agahî tenê bi devkî belav dibûn. Bavê min çar salan li Bazîdî leşkerî kiribû, belkî jî cara pêşîn nasiya xwe wê demê dabû serboriya Xanî (2). Hemû evan nîşan didin ku mijara Ehmedê Xanî bi salan ketibû ser zar-zimanê mirovên sade, wek bavê min...Sal-zeman derbas bûn, lê min ev gotinên bavê xwe ji bîr nekirin. Paşê dema hişê min hate serê min êdî bala min hertim li ser Ehmedê Xanî bû (3).
Rûhê Ehmedê Xanî terka Bazîdê dike
Li gorî efsaneke Kurdî li hêla gora Ehmedê Xanî li Bazîdê “Hinekan wan deran tiştên nebaş kirin”. Ji ber vê jî “Rûhê Ehmedê Xanî” ew mekana terk kiriye: “…Ruhê Xanî Baba wira terk kir. Erê merzel wir e, lê ruhê wî wira nîne. Ketiye xewna gelek merivê qenc, gotiye min wira terk kir. Milletê Bazîdê gişt dibêje ruhê Xanî Baba vira terk kiriye” (4). Em tam baş nizanin ji ber çi sedemî/sedeman rûhê Ehmedê Xanî terk kiriye. Belkî jî dubendiyên di navbera Kurdan de bûye sedemê vê terka rûhê Xanî. Em baş dizanin ku mijara tunehiya yekbûna Kurd Xanî gelek aciz kiriye. Em dikarin vê terka rûhê Xanî wek protestoyekê jî bixwînin. Xanî piştî ku rewşa Kurdan analîz dike, dibîne ku tunebûna hevbendiyê û perçebûn mala Kurdan wêran dike “Lew pêkve hemîşe bêtifaq in/Daîm bi temerrud û şîqak in" (5). Belê mijara vê bêtifaqiya (dubendî, lihevnekirin) ya di nav Kurdan de Ehmedê Xanî gelek aciz kiriye. Mirov şopa vê aciziya Ehmedê Xanî di wê gazina bavê min a li jorê de jî dibîne. Wisa xuya dibe ku gel bo kesayetiya Ehmedê Xanî zêde lekedar nebe ev efsane efirandiye û ji vê koça ruhê Xanî re bi zanetî derî vekiriye, ferasetek nîşan daye.
Ev efsaneya balkêş a jor, helbesteke Reşît Ergener ya bi navê Qesra Îshak Paşa ku li ser dewreke nepak hatiye nivîsîn, tîne bîra me. Wisa xuya dibe ku êdî ji Bazîda kevin tiştek nemaye: “Tenê vize-viza evîna şivanekî belangaz tê / Ku çîyayê Ararat daye ber êgir”.
Qesra Îshak Paşa
Ne Qesra Îshak Paşa maye li Bazîdê
Ne deriyên wê yên zêrîn
Ne hesp, ne jin, ne hakimên wê.
Li berpalên bejî
Tenê vize-viza evîna şivanekî belangaz tê
Ku çîyayê Araratê daye ber êgir (6).
Du efsaneyê din jî hene ku Nîhat Oner berhev kiriye û têkiliya wan bi mijara Xanî re hene: Merzelê Birayê Ehmedê Xanî(7) û Kevirê Bûkûzavê.(8) Li gorî Mehmet Gultekîn hin efsaneyên din jî hene ku li bajarê Bazîdê li ser edaleta Ehmedê Xanî hatine gotin (9).
Ji kilameke Kurdî: “Umûda mi jorê Rebê Alemê,
jêrê bira Hezretî Xanî dawa min bibîne”
Berî salan ez rastî kilamekê hatim ku qala mezinahiya Ehmedê Xanî dikir, navê Xwedayê Mezin û Ehmedê Xanî li nik hev di rêzeke heman kilamê de derbas dibûn 10). Gotinên vê kilamê bibandor bûn, tavilê bala min kişand. Navê kilamê Perîşan û Xelîl Beg bû. Li vir Perîşana reben ku bêgav maye, êşa evînê dikşîne û nizane çi bike. Perîşana ku bi dil birîndar e û dinale di vê kilamê de gazinan li çerxa felekê dike û xwe davêje ber bextê rebê alemê (afrînerê gerdûnê) Xwedê û Xanî: “Umûda mi jorê rebê alemê, jêrê bira hezretî xanî dawa mi bibîne” (11). Mirov ji peyva dawe (doz) fam dike ku Perîşanê li vir Xanî ji xwe re wek wekîl hilbijartiye. Bi zimanekî sade Perîşan ji Xwedê hêvî dike û ji Ehmedê Xanî alîkariyeke rûhanî dixwaze. Ev yek nîşan dide ku civakê bi rêya zargotinê qiymet û hurmeteke mezin nîşanî Xanî daye. Dengbêj wek em fam dikin di vê kilamê de bi peyva jor Xwedê derxistiye lûtkeyê, ya rast jî ev e. Li jor Rebê Alemê, li jêr li rûbarê dinyayê jî hêza mezin Xanî bûye. Ji ber vê jî ev kilam û ev gotinên Perîşanê bo me her diçin giringtir dibin. Çawa em li vir dibînin dengbêj aniye Xanî dahîlî sîstemeke qiymet û hêjahiyan kiriye ku Rebê Alemê di navenda vê sîstemê de cîhekî sereke digre. Ev şaxa destana Perîşan û Xelîl Begê, bi taybetî jî ew gotinên ku ji zarê Perîşanê derketine gelek efsûnî, bandorhişt û poetîk in.
Di kilameke din de vê carê Ehmedê Xanî wek ewlîya hatiye nasandin. “Medres çêkir li nava çiya/ Xanî gula di nav ewliya...” Di dawiyê de ew tevî dost û hêzkiriyên Xwedê bûye, êdî dibe ewlîyakî. Di vê kilama jêrîn de dengbêj, Xanî derxistiye pêş, cîh û pozîsyona wî xurttir kiriye, ne tenê ew kiriye ewliya, gavek dîsa avitiye û vê carê Xanî kiriye: “gula ewliyan”!
Ehmedê Xanî
Medres çêkir li nava çiya
Xanî gula di nav ewliya
Resullilah nezer lê da
Medet ya Ehmedê Xanî
Hivzam vekir li vî zemanî
Te li Bazîdê mekan danî…(12).
Eger em di nav mezinên Kurd de, kesayetiyên navdar de danberheviyekê pêk bînin, em dibînin ku navê Ehmedê Xanî derketiye asta here bilind. Ji ber vê avahiya hîyerarşik carina Ehmedê Xanî wek “Bavê Kurdan” hatiye hesibîn. Ji ber ku Ehmedê Xanî di serdemeke gelek kevn de kok, hebûn û siberoja Kurdan (etnogenez) bi sîstematîk niqaş kiriye, şirove kiriye û wek manîfestoyekê di destpêka Mem û Zîn de weşandiye. Ji ber vê rabûna ramanî, Kurdan ji zûda qiymet û hurmeteke mezin nîşanî Xanî daye, ew wek “Seydayê Seydayan” û “Padîşahê padîşahan” hesibandiye.
Xeberokek: “Ahmedê Xanî belgiyê (balîf) ber serê cimaetê ye”
Ez berî demekê di ferhengekê de rastî vê gotina gelerî (xeberok, gotina kurt) ya watedar hatim ku dişibe gotineke pêşiyan: “Ahmedê Xanî belgiyê (balîf) ber serê cimaetê ye” (13). Kêfa min gelek ji vê gotinê hat. Hine gotin hene mirov dixwîne derbas dibe, lê ev gotina ku Heciyê Cindî berî salan di nav Kurdên Sovyetê de herhev kiriye dema ber çavên min ket bandoreke kûr û mezin li ser min hîşt. Di roja 2-7-2026an de di hesabê xwe yê X (twittera berê) de belav kir û nûçeyê bala şopîneran kişand. Cara pêşîn rastî gotineke wiha kurt dihatim ku qala Ehmedê Xanî dikir. Gotina belgî dikare bê wateya aqil û tacê serê civaka Kurdan e. Xanî li vir wek kesekî ku mirov baweriya xwe zêde pê bîne hatiye nasandin û bi sedsalan di hafiza û bîra gel de wisa maye. Peyva belgî li vir bi mecazî bawerî û hêviya xelasî, hizûr û bextewariya civakê jî tîne zimîn. Bi kurti Ehmedê Xanî ji bo Kurdan her tişt e.
Nav-nîşanên ku ji Xanî re hatine dayîn
Gelek nav-nîşanên (unvan) bi qiymet û bi hurmet bo Ehmedê Xanî ji aliyê gelê Kurd de hatine efirandin: mewlana, şêx, hezretî, mele, efendî, seyda. Di çavkaniyên kevn de Ehmedê Xanî wek "Mele Ehmedê Xani", "Ehmedê Xanî Efendi" û "Hezretî Ehmedê Xanî" tê nasandin. Di çavkaniyeke sala 1860yî de ew wek “Mewlana Şêx Ehmedê Efendî Xanî” hatîye navandin (14). Peyva hezretî ji bo kesên rêzdar, pîroz û esilzade pênase bike tê bikar anîn. Çawa xuya dike gelek nav-nîşan ji bo Xanî hatine gotin. Gelê Kurd nav û hebûna hin mekanan jî bi sedsalan di bîr û hafizaya xwe de bi cîh kiriye. Av û kaniyeke ku li vê deverê hebûye ji aliyê şêniyên Bazîdê bi navê “Kaniya Xanî” hatiye navandin:
“Ev ava ku ji çavkaniya Ehmedê Xanî dizê, aveke pir zelal e. Dibe çemekî dûr-dirêj dikişe, çîya û baniyan diqelêşe û diçe dighêje nav behra dinyayê”(15).
Sondên mezin:
“Bi serê Ehmedê Xanî” û "Bi gora Ehmedê Xanî"
Xanî di sala 1707an de li bajarê Bazîdê wefat kiriye, ev bajar bûye bajarê wî, tirba Xanî niha li wir e. Hersal bi hezaran kes diçin ser tirba wî bo hezkiriyên xwe û bo wî bi diayên xwe bikin. Ev dia jî beşeke zargotina Kurdî pêk tînin. Tirba Ehmedê Xanî, Qesra Îshak Paşa û Qeleya Bazîdî sê abîdeyên navdar in ku dîroka bajarê Bazîdê dixemilînin. Navê Ehmedê Xanî û navê Bazîdê hertim gazî hev dikin, hev bi bîr tînin. Mirov ji bo tiştên dikarin bikin û nikarin bikin bi navê Xwedê û kesên din yên muhterem gelek caran soz didin bo mirov baweriya xwe bi hev bînin. Dema Kurd gotinên xwe xurt bikin bi taybetî Kurdên li aliyê Bazîdê/Agiriyê gelek caran “Bi serê Ehmedê Xanî” yan jî "Bi gora Ehmedê Xanî" sond dixwin. Tirba wî ya li Bazîdê ji aliyê Kurdan ve wekî ziyaretgeh tê pîroz kirin. Helbestvan, fîlozof, zanyar û bavê ramana neteweyî yê Kurd çawa tê dîtin, piştî sedsalan jî di bîra civak û çanda gelê Kurd de her zindî maye. Xanî di nav civaka Kurdî de wek kesekî qedirbilind, pîroz û ruhanî hatiye/tê dîtin. Dema mirovan hewl daye gaveke şaş bavêjin ji tirsa vê mezinahiya Xanî nizanibûne çi bikin û di dawiyê de hatine ser rêya rast. Bi kurtî Xanî di nav gel de îmajeke gelek bibandor pêk aniye.
Encam
Ew tiştên ku Xanî berî sedsalan nivîsîye, xwestiye bîne zimîn, piştî sedsalan wek me li jorê jî nîşan da gelê Kurd careke din bi rêya berhemên zargotinî Xanî ji nû ve efirandiye û pêşkêşî nifşên nû kiriye. Ne tenê berhemên zargotinî û nivîskî yên edebî, di warê sînema, şano, wênesazî, peykersazî û di gelek çiqlên din ên huner de jî hertim mijara Ehmedî Xanî derdikeve pêşberî me. Îro çawa em dibînin bi sedan mekan, cîhên kar, dibistan û loqenteyan... li welêt û parzemînên din navê Xanî yan jî navên lehengên berhema wî Mem û Zîn li xwe kirine (16). Ehmedê Xanî ne tenê helbestvanek, bi zên û ramanên xwe wek zana û dahîyekî jî hatiye nasîn. Bi kurtî mîreteya Ehmedê Xanî bo çanda Kurdî îmkan, xezne û sermayeke edebî ya mezin pêk aniye.
Jêrenot
1) Rohat Alakom, Evîneke romantîk-trajîk: Şaxên Destana Xelîl Begê, Nûbihar, nr 140/2017, rûp.13-21.
2) Dayîka min wê demê ev kilama avitiye ser bavê min ku wê demê li Bazîdê leşkerî kiriye: “Nameyekê binivîse serra-berra/Ezê bişînim Bazîdê ji gede re/Bila gede bixwîne/Bêje keçikê sed eferîn şîrê te re!”.
3) Pêşiyê di sala 1995an de bo salvegera 300 saliya nivîsîna pirtûka Mem û Zîn lêkolîneke min bi navê
“Kürt Ulusal Manifestosu 300. Yaşında” wek 7 beşan di Özgür Politika de derket (11.9.1995 -17.9.1995).
Paşê derbarê salvegera 300 saliya wefata wî de nivîseke min bi kurdî û tirkî hat weşandin: 300 Saliya koçkirina Ehmedê Xanî, Zend, nr Bihar/2007, rûp.15-26. 300. Wergera tirkî ya vê nivîsê jî wek du beşan derketiye: 300. Ölüm Yıldönümünde Ehmedê Xanî I, Esmer, nr 27/2007, rûp.22-23. 300. Ölüm Yıldönümünde Ehmedê Xanî II, Esmer, nr 28/2007, rûp.28-29.
4) Nîhat Oner, Efsaneyên Devera Agirî û Îdirê, 2026, rûp.85-86.
5) Kadri Yildirim, Ehmedê Xanî û Mem û Zîn, Avesta, 2010, rûp.155.
6) Reşit Ergener, İshak Paşa Sarayı, Yeni Düşün, hejmara Hezîranê ya sala 1988.
7) Nîhat Oner, Efsaneyên Devera Agirî û Îdirê, rûp.19.
8) Heman çavkanî, rûp.28.
9) Ji notên axaftina telefonê 8-11-2026.
10) Rohat Alakom, Evîneke romantîk-trajîk: Şaxên Destana Xelîl Begê, Nûbihar, nr 140/2017, rûp.13-21.
11) Ji dengbêj Nesoyê Agirî (Nesoyê Zado). Perîşan û Xelîl Beg (Gotinên vê kilamê lêkoler Kenan Subaşı deşîfre kiriye), spasî wî dikim.
12) Mehmet Gultekîn, Zargotina Kurdên Serhedê, Avesta, 2013, rûp.89-90. Ev kilam ji zarê Dewrêş Mihemed Şukrî hatiye berhevkirin. Ji gorî Mehmet Gultekîn du şaxên din ên vê kilamê dîsa di arşîva wî de hene.
13) Hecîyê Cindî, Meselok û Xeberokêd Cimaeta Kurda, 1985, rûp.48 (Heciyê Cindî li şuna gotinên pêşiyan peyva metelok û ji bo gotinên kurt jî peyva xeberok bi kar aniye).
14) M. B. Rudenko, Danasîna destnivîsên Kurdî di koleksiyonên Lenîngradê de (Opicanie kurdskix rukopiceiy Leningradckix sobraniy), Akademia Nayk CCCR Institut Narodov Azii, Moskva, 1961, rûp.43.
15) M. Ararat, Bîranînek li ser gora Ahmedê Xanê, Roja Nû, 3/1983, rûp. 21.
16) Navê balafirgeha bajarê Agiriyê jî di sala 2015an de bi fermî wek “Balafirgeha Ehmedê Xanî ya Agiriyê” hatiye guhartin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)

