Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê helîkoptereke leşkerî ket û 4 leşker mirin.
Helîkoptera leşkerî ya ji cureyê S-70î li herêma Samankoyê ya ser bi navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê, derdora demjimêr 18:45an ket.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku sedema ketina helîkopterê hîn bi temamî nehatiye zanîn.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:
"Ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyarkirin helîkoptera me ya ji cureyê S-70î li Meletiyê qeza kir û di encamê de 4 hevalên me yên çekdar şehîd ketin."
Hat ragihandin ku tîmên ewlehiyê û rayedarên leşkerî li herêma bûyerê lêkolînên xwe didomînin.


