Pirtûka 'Nexşerêya Aştiyê' ya li ser nêrînên Nêçîrvan Barzanî derket

28-08-2023
RÛDAW
Pirtûka “Nexşerêya Aştiyê, Nêrînên Rexneyî yên li ser Axaftinên Serok Nêçîrvan Barzanî”
Pirtûka “Nexşerêya Aştiyê, Nêrînên Rexneyî yên li ser Axaftinên Serok Nêçîrvan Barzanî”
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Nexşerêya Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka “Nexşerêya Aştiyê, Nêrînên Rexneyî yên li ser Axaftinên Serok Nêçîrvan Barzanî” ku Cewad Qadir amade kiriye derket.

Pirtûka “Nexşerêya Aştiyê, Nêrînên Rexneyî yên li ser Axaftinên Serok Nêçîrvan Barzanî” behsa nêrîn û stratejiya Nêçîrvan Barzanî ya ji bo aramî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistan Îraqê dike.

Li Hotel Rotanayê ya Hewlêr bernameya danasîna pirtûkê hat lidarxistin.

Pirtûk bi Îngilîzî hatiye nivîsandin û navê wê yê orîjînial “The Roadmap To Peace, Critical Perspectivies on the Speches of President Nechirvan Barzani” ye.

Di pirtûkê de analîzên 12 lêkolerên pispor ên Pirsa Kurd û Îraqê yên li ser nêrînên Nêçîrvan Barzanî yên derbarê aştî û çareseriyê de cih digirin.

Nexşerêya Aştiyê

Di bernameyê de nivîskar Cewad Qadir behsa naveroka pirtûkê û pêvajoya amadekirinê kir.

Cewad Qadir diyar kir ku pirtûk projeya akademîsyenên navxwe û biyanî ye ku li ser qeyranên Îraq û herêmê dinivsin.

Qadir destnîşan kir ku pirtûk li ser nêrînên Nêçîrvan Barzanî yên derbarê nexşerêya aştî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê ye.

Qadir da zanîn ku hemû nivîskarên ku nêrînên wan di pirtûkê de cih girtine, li navendên zanistî û akademîk ên li derveyî welat bi salan e jiyana xwe ji bo lêkolîna doza Kurdî terxan kiriye.

Cewad Qadir herwiha anî ziman:

“Xala hevpar a van nivîskaran a di pirtûka Nexşerêya Aştiyê de ew e ku rasterast piştgiriya nêrînên Serokê Herêma Kurdistanê yên li ser pirsa aramî û aştiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê dikin.”

Cewad Qadir bal kişand ser wê yekê ku pirtûk di demeke ku Îraq û Herêma Kurdistanê di warê enerjî, dahat û mafên destûrî de rûbirûyî qeyraneke nû bûne de hatiye amadekirin.

Qadir diyar kir ku pêşbînî û dilgiraniyên Nêçîrvan Barzanî yên li ser krîzên ku bandorê li her du aliyan dikin jî di pirtûkê de cih digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst