Derhênerê Kurd Şuayip Aldix li Fransayê koça dawî kir

22-05-2024
RÛDAW
Nîşan Derhêner Şuayip Aldix
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derhêner û wênegir Kurd Şuayip Adlix li Fransayê li sirgûnê çû li ser dilovaniya xwe.

Derhênerê Kurd Şuayip Adlix ku bi salên dirêj bû li Fransayê dijî, duh di 68 saliya xwe de ji ber nexweşiya pê re hebû mir.

Kurd Şuayip Adlix di fîlmên Yilmaz Guney ên bi navê "Kerî" û "Kesên Bêhevî" de leyîstiye.

Şuayip Adlix sala 1956an li bajarê Êlihê ji dayik bû.

Adlix sala 1979an bi belgefîlma xwe li ser karkerên qaçax ên di zeviyên titûnê de dixebitin dest bi karê sînemageriyê kir.

Di derbeya 12ê Îlona 1980an de dest bi ser fîlma wî de hat girtin û dadgehê 10 sal cezayê girtîgehê da wî.

Sala 1984an koçî Fransayê kir û li wir bicih bû.

Li Fransayê karê wênegiriyê kir û li Parîs, Rouen û gelek bajarên din pêşangeh vekirin.

Aldig li Herêma Kurdistanê jî du belgefîlm çêkirin.

Sala 2002an de albûmeke wêneyan a bi navê "Kurd, mîrasa mirovahiyê" derxist.

Gelek berhemên wî di arşîva Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de ne.

Cenazeyê Aldig dê 24ê Gulanê roja Înê saet 14:00an li bajarê Cherbourgê bê veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst