ROMA - Pêşangeha Girê Mirazan: Zêdetirî milyonek kesî çûn serdanê

15-12-2024
RÛDAW
Nîşan Pêşangeh Girê Mirazan Roma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Romaya paytexta Îtalyayê zêdetirî 1,2 milyon kes çûne serdana pêşangeha şûnwarê dîrokî yê Girê Mirazan ê li Rihaya Bakurê Kurdistanê.

Ji 24ê Çiriya Pêşîn ve li Kolezyûma Romayê ku yek ji sembolên Îtalyayê ye pêşangeheke taybet a ji bo danasîna şûnwarê dîrokî yê Rihaya Bakurê Kurdistanê Girê Mirazan a bi navê “Girê Mirazan: Nihêniya Mekanekî Pîroz” hatiye vekirin.

Ji wê demê ve welatiyên Îtalyayê û geştyarên ku diçin wî welatî diçin serdana pêşangehê.

Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nûrî Ersoy doh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji dema ku pêşangeh hatiye vekirin ve zêdetirî 1,2 milyon kes çûne serdana wir.

Pêşangeh dê heta Adara sala bê jî ji geştyaran re vekirî be.

Şûnwarê dîrokî yê Girê Mirazan ê Rihayê ku dîroka wê vedigere 12 hezar sal berê û wekî xala sifirê ya dîrokê tê qebûlkirin Tîrmeha 2018an ket Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê.

Li gorî amaran hejmara geştyarên ku 10 mehên îsal çûne serdana Girê Mirazan li gorî sala borî ji sedî 50 zêde bûye û gihiştiye 600 hezar kesî.

Girê Mirazan bi dîroka xwe ya qedîm û kelûpel û berhemên dîrokî yên berî bi hezaran salan her ku diçe bala cîhanê dikişîne ser xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst