Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskara Kurd-Alman Şîda Bazyar bi romana xwe ya bi navê Die Lucken (Kêmasî) Xelata Pirtûkan a Almanyayê ya 2026an bi dest xist.
Bazyar keça malbateke penaber a siyasî ya Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê ye.
Pirtûk çîroka pêşeroja veşartî ya Naziyan a li bajarokekî piçûk ê Almanyayê û hatina malbatên penaber ên Îranî yên piştî bi dehan salan digehîne hev.
Bazyarê xelata xwe ya 25 hezar euroyî 6ê Çiriya Pêşîn li hola bajêr a Romerê ya li Frankfurtê wergirt.
Romana wê ji 512 rûpelan pêk tê û meha îlonê ji aliyê weşanxaneya Kiepenheuer & Witschê ve hatibû weşandin.
Lijneya Xelata Pirtûkan a Almanyayê ev berhem ji nav 205 romanên namzed hilbijart.
Pêşeroja Naziyan û koçberî
Bûyerên romanê li bajarokê xeyalî Heimesbachê derbas dibin ku li Hermeskeilê ya cihê ji dayikbûna Bazyarê hatiye avakirin.
Hermeskeil di serdema Reicha Sêyemîn de keleheke Naziyan bû û wekî civakeke mînak dihat nîşandan.
Roman çewisandina malbatên Cihû yên di serdema Naziyan de û hatina malbatên Şerîfî û Kerîmpûr ên ku piştî bi dehan salan ji zordariya Îranê reviyane, digihîne hev.
Hermeskeil di heman demê de ew bajarok e ku piştî derketina ji Îranê pêşwaziya dê û bavê Bazyarê yên Kurd kiribû.
Bazyarê di axaftina xwe ya wergirtina xelatê de bal kişand ser zêdebûna antîsemîtîzm û nijadperestiyê û li gorî nûçeya ARDyê wiha gotiye:
"Tawanên antîsemîtîst û nijadperestî li lûtkeyê ne."
Wê her wiha bang kir ku divê civak li dijî asayîkirina tundiyê raweste.
Nivîskar, ezmûna malbatê û berhemên wê
Şîda Bazyar 1988an li Hermeskeilê ji dayik bûye û li Hildesheimê beşa wêjeyê qedandiye û niha li Berlinê dijî.
Dê û bavê wê beriya ji dayikbûna wê ji ber çalakiyên siyasî ji Îranê derketine.
Romana wê ya yekem a 2016an "Nachts ist es leise in Teheran" (Şev li Tehranê bêdeng e) ku çîroka malbateke Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ya di nav çar dehsalan de vedibêje, ketibû lîsteya kurt a Xelata Navneteweyî ya Bookerê.
Romana wê ya duyem "Drei Kameradinnen" (Sê hevalên jin) (2021) jî sala 2023an Xelata Ernst Tollerê wergirtibû.
Du romanên wê yên yekem zêdetirî 120 hezaran hatine firotin ûwergerandine nêzîkî 20 zimanan, di heman demê de ji bo "Die Lucken" meha îlonê Xelata Wêjeyê ya Wilhelm Raabeyê ya bi nirxê 30 hezar euroyî jî hatibû dayîn.
Bazyar di heman demê de parêzvaneke dengbilind a mafên Kurdan e û serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ku ji Rojhilatên Kurdistanê dest pê kiribû, wekî bingehekê ji bo civakeke demokratîk dibîne.



