Hewlêr (Rûdaw) - Di roja dawî ya Pêşangeha Pirtûkan a Amedê de bernameya îmzeyê ya Başak Demîrtaşê rastî eleqeyeke mezin hat.
Berpirsê Giştî yê Weşanên Dîpnotê Emîralî Turkmen diyar kir ku hejmara giştî ya çapkirina berhemên Demîrtaş ji 1 mîlyonî derbas kiriye.
Turkmen derbarê hejmarên çapê agahî dan Nûçegihanê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak.
"Seher" zêdetirî 400 hezaran hat çapkirin
Turkmen da zanîn ku pirtûka yekem a Demîrtaş a bi navê Seher gihîştiye çapa 39an û zêdetirî 400 hezaran hatiye çapkirin.
Turkmen diyar kir ku pirtûka Leylanê cara pêşî 90 hezar hatiye çapkirin, niha gihîştiye çapa 9an û hejmara giştî ya çapê ji 150 hezarî derbas kiriye.
Wî her wiha da zanîn ku pirtûka Efsunê jî zêdetirî 250 hezarî hatiye çapkirin.
Turkmen destnîşan kir ku pirtûka DADê ku di dema pandemiyê de hatibû weşandin, 70 hezar hatibû çapkirin, niha gihîştiye çapa 4an û hejmara giştî nêzî 130 hezarî ye.
Pirtûka dawî ya Selahattîn Demîrtaş a bi navê Jamal jî gihîştiye 90 hezarî.
"Li Tirkiyeyê, hejmara nivîskarên ku gihîştine van hejmaran ji 5an derbas nabe"
Turkmen destnîşan kir ku balkêş e ku pirtûkên Demîrtaş rêjeyên firotinê yên bilind bi dest xistine û wiha domand:
"Taybetiya pirtûkên Selahattîn Demîrtaş ew bû ku di gava weşandinê de 80-100 hezarî hatin firotin.
Ev celeb serkeftin li Tirkiyeyê tenê bi yek an du nivîskaran re çêbûye. Ev yek ji tiştên herî baş e ku dikare bi serê mirovekî de were."
Turkmen got ku pirtûkên Demirtaş ji 1 milyonî zêdetir hatine çapkirin lê ji bo ku hejmara rast were zanîn, divê çapa hemû pirtûkan yek bi yek li ser hev were jimartin.
Turkmen her wiha diyar kir ku li Tirkiyeyê nivîskarên ku digihîjin van astan pir kêm in û wiha got:
"Hejmara nivîskarên li Tirkiyeyê yên ku gihîştine van hejmaran ji 5an derbas nabe."
Pirtûkên Demîrtaş ên çapkirî
Berhemên ku Selahattîn Demîrtaş li girtîgehê nivîsandine û weşandine ev in:
Seher - Çîrok, 2017
Dewran - Çîrok, 2019
Leylan - Roman, 2020
Efsun - Roman, 2021
Dueta li Erefê (Arafta Duet) - Roman, 2022, bi Yîgît Bener re
DAD - Çîrok/Roman, 2023
Jamal - Roman, 2025
Doza Jiyana Bi Rûmet - Parastina Demîrtaş



