Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Mehmet Atli ragihand ku ew dê dest bi tûra xwe ya Ewropayê bike.
Tûra hunermend dê welatên Swîsre, Almanya û Fransayê li xwe bigire.
Mehmet Atli bi rêya hesabên xwe yên torên civakî daxuyaniyek belav kir û bernameya xwe eşkere kir.
Atli diyar kir ku ew dê 22yê Çiriya Pêşîn li Bruksela paytexta Belçîkayê dest bi tûra xwe bike.
Konsera Brukselê dê demjimêr 20:00an li Sounds Jazz Clubê were lidarxistin.
Her wiha hunermend Yilmaz Guneylî jî dê wekî mêvan beşdarî vê konserê bibe.
Piştî konsera li Brukselê, Mehmet Atli dê berê xwe bide Swîsreyê.
Konsera wî ya li Swîsreyê 31ê Çiriya Pêşîn roja şemiyê li bajarê Baselê tê lidarxistin.
Ev konser dê demjimêr 20:30î li Bistro Unionê dest pê bike.
Atli bangî hemû guhdar û hezkiriyên xwe kir ku beşdarî konserên wî bibin.



.jpg&w=3840&q=75)