Li Bismilê çalakiya Rojên Fîlman dest pê dike

12-09-2024
RÛDAW
Nîşan Rojên Fîlman Bismil Şaredarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bismilê ya Amedê dê di navbera 15-24ê Îlonê de çalakiya “Rojên Fîlman” li dar bixe.

Fîlm dê li Parka Halîl Îbrahîm Oruç, Parka Vedat Aydin, Parka Kardeşlîk, Parka Kent Meydani û Parka Jinan a Rojê bên nîşandan.

Di çalakiya Rojên Fîlman de fîlmên herêmî û biyanî yên dublajên wan bi Kurdî û Tirkî bên nîşandan.

Her wiha gelek fîlmên anîmasyonê yên taybet ji bo zarokan jî dê bên nîşdandan.

Li gorî nûçeya MAyê, Rêvebirê Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bismilê Zehra Yuksekbagê da zanîn ku ji bo hemû temenan fîlm hatine amadekirin û ji ber ku sînema û salonên şanoyê li navçeya wan nînin, dê çalakiyên bi vî rengî bi domdarî bidomînin.

Zehra Yuksekbagê got ku bi destpêkirina dibistanan re bi taybet jî dixwazin ciwan û zarok demên xweş derbas bikin û bi rêya çalakiyên bi vî rengî hinek ji stresê dûr bikevin. 

Dem û cihên pêşandana fîlkman wiha ne:

  • 15ê Îlonê Saet 20.00: Cîranê Min Tororo - Parka Halîl Îbrahîm Oruç
  • 16ê Îlonê Saet 20.00: Evîn Di Rûyê Qirkirinê de - Parka Vedat Aydin
  • 17ê Îlonê Saet 20.00: Bîranên li Kevir Hatine Nivîsandin - Parka Kardeşlîkê
  • 18ê Îlonê Saet 20.00: Qada Bajar
  • 19ê Îlonê Saet 20.00: Genco, Parka Jinê ya Rojê
  • 20ê Îlonê Saet 20.00: Cîranê Min Totoro - Parka Halîl Îbrahîm Oruç
  • 21ê Îlonê Saet 20.00: Çîroka Qralê Kirêt (Çirkin Kral Efsanesi)  - Parka Vedat Aydin
  • 22yê Îlonê Saet 20.00: Biryareke Zor - Parka Kardeşlîkê
  • 23yê Îlonê Saet 20.00: Mala Bêban(House Without Roof) - Qada Bajar
  • 24ê Îlonê Saet 20.00: Navberê De - Parka Jinan a Rojê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst