Belgefîlma derhênerê Kurd 'Veşartina Sedam' dê li Amsterdamê were nîşandan

11-10-2023
RÛDAW
Nîşan Veşartina Sedam Helkewt Mistefa Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Amsterdamê (IDFA)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlma dirêj a derhênerê Kurd a bi navê 'Veşartina Sedam' dê di Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Amsterdamê (IDFA) de were nîşandan.

IDFA li cîhanê wekî yek ji festîvalên herî girîng ên fîlman a di cureya belgefîlman de tê naskirin û belgefîlma 'Veşartina Sedam' bi hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê hat amadekirin.

Organîzatoran di civîneke çapemeniyê de ragihand ku nîşandana yekem a fîlma derhênerê Kurd Helkewt Mistefa ya bi navê 'Veşartina Sedam' dê di Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Amsterdamê (IDFA) de were nîşandan.

Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Amsterdamê (IDFA) dê di navbera 8-19ê Çiriya Paşînê de li Amsterdamê were lidarxistin.

'Veşartina Sedam' çîroka Ela Namîq e û behsa xweveşartina Serokê berê yê Îraqê Sedam Huseyîn a 235 rojan dike ku zêdetirî 150 hezar serbazên Amerîkî li wî digeriyan.

Wezareta Rewşenbîriyê ya Norwêcê bi daxuyaniyeke fermî pîrozbahî li derhêner Helkewt Mistefa kir û diyar kir ew li bendê ne ku fîlm di asta navneteweyî deng vede û bala rexnegirên sînemayê bikişîne.

Belgefîlma 'Veşartina Sedam' nûnertiya Norwêc û Îraqê dike.

Helkewt Mistefa kêfxweşiya xwe ya ji ber hilbijartina fîlma xwe ya ji bo IDFAyê anî ziman:

“Ez li hêviya nîşandana yekem a belgefîlma xwe ya li Amsterdamê me.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst