Li Kazakîstanê dersdar û emegdarekî qedirbilind Prof. Mihemedê Misto

10-05-2015
SALİHÊ KEVİRBİRÎ
Nîşan Kazakîstan
A+ A-

Alma Ata (Rûdaw)- Li Kazakîstanê bi dehan navên hêja û naskirî hene ku mirov bin av û dengen wan serfiraz û serbilind e. Yek ji wan navan profesor, kedkarê civaka miletiyê, dilsozê çand û hunera kurd Mihemedê Misto ye.

Di dîroka kurden Kazakîstanê de navê Mihemedê Misto wekî profesor-doktor, rojnemeger û xebatkarê çanda kurdî tê naskirin. Malbata wî sala 1937-ê ji Naxçivana Azerbeycanê ber bi Kazakîstanê ve hatiye sirgunkirin.

Malbata ku sala 1937-ê di bin çavdêriya Artêşa Sor de li gundê Baxit-Baxtiya Balqaşê tê bicihkirin, salek paşê ango sala 1938-ê hatiye li gundê Kayçûkê –ku niha jê re dibêjin Aşîbûlak- bi cih û war dibe.

Rehmetiyê bavê wî Mistoyê Ûsiv mirovekî şareza, biaqil û rûspiyekî gund bûye. Piştî mirina Stalîn û hatina Krûşçev bi çend salan rewşa kurdên Kazakîstanê ji xirabiyê hinekî ber bi başiyê ve diçe.

Li ser vê yeke sala 1957-ê malbat ji Kazakîstanê berê xwe dide Ermenîstanê. Bavê wî Mistoyê Ûsiv li wir karê Malhebûna Gundîtiyê dike. Mihemedê Misto sala 1956-ê ji dayîka xwe dibe. Dema ku malbat koçî Ermenistanê dike, Mihemedê Misto yek salî ye.

Mihemedê Misto piştî kutakirina dibistana navîn, sala 1977-ê li bajarê Oşa Kirgizîstanê dikeve Înstîtuya Pedagojiyê û Beşê Kimya û Biyolojiyê dixwîne. Sala 1982-yê bir ûyekî spî û dereceyeke bilind Înstîtuyê xelas dike.

Piştî kutakirina Înstîtuyê, sala 1983-yê li bajarê Alma Atayê li dibistana nûmareya 108-an de dibe midûrê xwendinê. Ji bo xebata baş bi rewaname û xelatên baş tê pîrozkirin.

Profesor Mihemedê misto di xebata xwe de sal bi sal bi pêş dikeve. Sala 1991-ê di rojnameya ‘Kurdistanê’ de kar dike. Sala 1993-yê dibe redaktorê heman rojnameyê. Hema wan salan tevli xebatên civakî, çandî û edebî dibe. Sala 1994-ê li gundê Aşîbûlakê komeke reqs û govendê yê bi navê ‘Stêrk’ ava dike.

Sala 1997-ê dev ji karê redaktoriya rojnameyê berdide û bi karê ilmê ve mijûl dibe. Sala 1997-ê teza xwe ya ilmê dinivîse û dibe ‘kandîdatê ilme siyasete.’ Sala 2000-î teza doktoriyê temam û peşkeş dike û dibe ‘doktorê ilme siyasete.’ Mihemedê Misto ji sala 2000-î heta sala 2005-ê li Zankoya Asya Navîn de maostetiya siyasetê dike.

Kitêbeke Mihemedê Misto jî heye ku sala 2001-ê hatiye weşandin. Navê kitebê ‘Dîroka Kurdan, Hevalbendiya wan a bi Dewletên Serbest û pêşdaçûyîna wan’ e. Profesor Mihemedê Misto ji sala 2013-ê heta niha li bajarê Alma Atayê li Înstîtuya Bîznis û Marketîkayê de wekî perwerdekar û kar dike.

Mihemedê Misto malxwê û bavekî hezkirî ye. Bavê 2 keç, kurek û çar neviyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst