Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pasûrê ya Amedê termê cerdevanekî bi dîwarekî ve hat dîtin.
Bûyer li Taxa Turgut Ozalê ya Pasûrê li cihê komkirina gilêşan çêbû.
Li gorî agahiyan, kesên li derdorê dît ku kesek bi dîwêr ve ye û nalive û wan aliyên pêwendîdar agahdar kirin.
Piştî agahdarkirinê tîmên Gerînendehiya Ewlehiyê ya Navçeyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman li cihê bûyerê lêkolîn kir û hat diyarkirin ku ew kes miriye.
Hat zanîn ku term ê cerdevanê bi navê M.S. ye.
Her wiha hat diyarkirin ku ew ji gundikê Hartikê yê gundê Mamedka yê Pasûrê ye.
Ji bo ku sedema mirina M.S. bi awayekî teqez were diyarkirin dest bi lêpirsînê hat kirin û lêkolînên li ser bûyerê berdewam dikin.



