Hewlêr (Rûdaw) - Mardin 1969 Sporê di hefteya 6an a Lîga 1emîn de li mala xwe 1-0 zora Bodrum FKyê bir.
Emre Kaan Çalişkan hakemtiya maça li Stadyuma Bajêr kir.
Nîvê yekem ê maçê 0-0 bi dawî bû.
Teklic tîma xwe xist pêş
Di nîvê duyem de tîma malxwe dest bi êrişan kir.
Xuleka 52yan de Teklic gola xwe kir û Mardin 1969 Spor ket pêş.
Di dema mayî de ti golên din nehatin kirin û Mardin 1969 Spor bi ser ket û 3 puan standin.
Batman Petrolspor lîder e
Mardin 1969 Spor niha bi 12 puanan di rêza 4an de ye.
Mardin 1969 Spor dê 13ê Îlonê demjimêr 17:00an li deplasmanê bi Igdirê (Îdir) re bilîze. Igdir FK jî bi 12 puanan 5em e.
Li aliyê din, Batman Petrolspor di Lîga 1emîn de bi 16 puanan yekem e.


.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)