Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Serokê Tîma Amedsporê Narîn Nadirova bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.
Nadirovayê wêneyê civînê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.
Nadirovaya ku meha hezîranê ji bo birêvebiriya Amedsporê hatibû hilbijartin û erkê Alîkara Serok a Berpirsiyara Pêwendiyên Derve, Bipêşketina Navneteweyî û Pêwendiyên Giştî girtibû ser xwe, bi parvekirina xwe bala gelek kesan kişand.
Nadirovayê piştî hilbijartina xwe ya ji bo birêvebiriyê gotibû:
“Pergala ku em dê li Amedsporê ava bikin, dikare bibe bingeha aştî û biratiyê ya li Tirkiyeyê.”
Narîn Nadirova kî ye?
Nadirovayê bi salan e di sektora fînans û bankan de li Qazaxistanê birêvebiriya asta bilind kiriye û xwediya zêdetirî 20 salan serboriya birêvebiriyê ye.
Nadirovayê di gelek saziyên fînansê de bi taybetî li Home Creditê erkên girîng girtine ser xwe û bi xebatên xwe yên di warê aborî û bankan de hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin.
Nadirova li Ermenistanê ji dayik bûye û keça Serokê Komeleya Kurdên Ermenistanê Kinyazê Hemîd e.
Ew her wiha bûka zanayê Kurd ê navdar û "Mareşalê Zanistê" yê li Qazaxistanê, Prof. Dr. Nadir Nadirov e.
Nadirova ji bilî kariyera xwe ya li bankan, bi çalakiyên xwe yên civaka sîvîl derket pêş û bi erêkirina Serokkomarê wê demê yê Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev ew ji bo Meclîsa Gelan a Qazaxistanê hat hilbijartin.
Ew her wiha yekem jina Kurd e ku "Xelata Yekîtiya Gelê Qazaxistanê" wergirtiye.


.jpg&w=3840&q=75)
