Doza Hozan Canê hat bipaşxistin

08-06-2024
RÛDAW
Doza Hozan Canê hay bipaşxistin / Wêne: Rûdaw
Doza Hozan Canê hay bipaşxistin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Hozan Canê Doz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina doza Hunermend Hozan Canê ya li dijî kesa bi navê “Canê Heyran” vekiriye ji bo 22yê Tîrmehê hat taloqkirin.

Li Herêma Kurdistanê jinekê xwe wekî “Hozan Canê” dabû naskirin û beşdarî bername û çalakiyan dibû û stranên Hozan Canê digotin.

Di wê demê de jî hunermend Hozan Canê li Tirkiyeyê hatibû girtin û di girtîgehê de bû.

Hozan Canê piştî ku ji girtîgehê derketibû li Herêma Kurdistanê li dijî wê kesa ku navê “Canê Heyranê” ye doz dabû vekirin û li ser biryara dadgehê “Canê Heyranê” hatibû girtin.

Doh li Dadgeha Hewlêrê rûniştina dozê hebû.

Hozan Canê ji Rûdawê re da zanîn ku doz hat taloqkirin û dê 22yê Tîrmehê berdewam bike.

Hozan Canê amaje bi wê yekê kir ku doz ji ber hazirnebûna 2 hunermandan hatiye taloqkirin û ew li hêviyeyê ku di rûnişina bê de biryar derkeve û ew bi ser bikeve  

“Divê mafê hunermendan bê parastin”

Hozan Canê amaje bi wê yekê jî kir ku ew hêvî dike bi saya doza wê mafên hemû hunermendên Kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê ji aliyên yasayan ve bê parastin.

Hunermend Canê herwiha xwest divê êdî ti kes careke din mafên hunermendan nedize.

Hozan Canê di dawiya axaftina xwe de spasiyên xwe pêşkêşî hemû karmendên Rûdawê jî kir û da zanîn ku di pêvajoya doza wê de Rûdawê ew bi tenê nehiştiye.

Hozan Canê ku navê wê yê resen Seîde Înanç e, bi hinceta ku “endama rêkxistinê” ye, 22yê Hezîrana 2018an li Tirkiyeyê hatibû girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Canê, 2 sal û 5 mehan di girtîgehê de mabû lê piştre bi biryara Dadgeha Pêdeçûnê (Temyîzê) di 1ê Çiriya Pêşîna 2020an de bi merc hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst