Hewlêr (Rûdaw) - Selîm Temo ragihand ku piştî têkoşîneke hiqûqî ya 10 salan wî pileya xwe ya doçentiyê ya di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de standiye.
Nivîskar û akademîsyen Selîm Temo da zanîn ku dora pileya profesoriya wî ye ku 5 sal in dewletê dest daniye ser.
Selîm Temo li ser hesabên xwe yên torên civakî derbarê mijarê daxuyaniyeke berfireh belav kir û got:
“Min doçentiya xwe ya ku 10 sal in dest danîbûn ser stand, dora profesoriya min a 5 salan e!
Di vê pergalê de doçentî yan profesorî ne tiştek e. Aliyê ku standiye û yê ku daye heman in helbet.
Mesele ew e ku mirov tiştê jê hatiye standin bistîne.
Ya girîng; bersivdayîn, bûyîna bersiv û stûxwarnenekirin e.”
Selîm Temo pêvajoya standina pileya xwe ya akademîk wiha anî ziman:
“Di serdema serlêdana yekem a doçentiyê ya di qada Ziman û Wêjeya Kurdî de (Çiriya Pêşîn a 2015an) min dosyeya xwe pêşkêş kir û ez di qonaxa berheman re derbas bûm (26ê Kanûna Pêşîn a 2016an).
Qonaxa duyem a milaqatê Adara 2017an bû lê 2 hefteyan piştî qonaxa ewil, bi KHKya bi hejmara 679an ji zanîngehê hatim avêtin.
Ji ber vê jî serlêdana min a doçentiyê hat betalkirin.”
Temo da zanîn ku bi rêziknameya 22yê Sibata 2018an şertê milaqatê hat rakirin û yên ku di qonaxa berheman re derbas bûn wekî doçent hatin qebûlkirin lê ji ber ku ew bi KHKyê hatibûye avêtin ew neçar mane gilî bikin.
Temo spasiya parêzera xwe Semra Balyanê kir ku bi hewldanên wê yên hiqûqî ev encam bi dest ketiye.
“Ev ne nîşaneya asayîbûnê ye”
Selîm Temo destnîşan kir ku divê ev biryar wekî "bipêşketinekê" an nîşaneya "asayîbûnê" neyê dîtin û anî zimên:
“Tam berovajî vê, zilm û bêhiqûqiya li hemberî Akademîsyenên Aştiyê bi zêdebûn didome.
Bi sedan hevalên me hîn jî nekarîne vegerin ser karên xwe.
Gelek akademîsyenên ku vegeriyan jî careke din hatin avêtin.”
Temo da zanîn ku dosyeyên wan 10 sal in di navbera Komîteya Rewşa Awarte, Dadgeha Cezayê Giran, Dadgeha Îdareyê ya Herêmê, Şûraya Dewletê, Dadgeha Destûrê û dadgehên herêmî de diçin û tên û polîtîkayeke xapandinê heye da ku dosye neçin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
Doçentê yekem ê Ziman û Wêjeya Kurdî
Selîm Temo diyar kir ku wî nasnavê "doçentê yekem" ê qada Ziman û Wêjeya Kurdî wergirtiye û got:
“Ez vê ‘yekemînê’ ne ji bo pesindayinê, ji bo bibîrxistina derengxistineke dîrokî ya ku şerma wê aîdî yên ku bûne sedem e, ji bo bîranîna xespkirineke dîrokî ya mafan û tawaneke dîrokî ya rejîmê ya li dijî gelê Kurd destnîşan dikim.
Ji bo serlêdana doçentiyê ya di beşên Dîrok, Tirkolojî, Antropolojî, Wêjeya Berawirdî û Şanoyê de jî weşanên min ên akademîk têrê dikin/dikirin lê min standina doçentiya Kurdolojiyê wekî bersiveke ji bo vê pergala antîdemokratîk dît.”
Nivîskar û akademîsyen Selîm Temo daxuyaniya xwe bi helbesteke Ahmed Arif û bi van gotinan bi dawî kir:
“Belê, 10 sal derbas bûn. Ez 4 hezar kîlometreyan ji pirtûkxaneya xwe dûr im.”
10 yıldır el konulan doçentliğimi aldım, sıra 5 yıldır el konulan profesörlüğümde!
— Selim Temo (@selimtemo) September 18, 2026
Bu düzende doçentlik, profesörlük filan bir nane değil. Mesele, el konanı geri almaktır. El koyan gibi geri veren de "aynı" elbette. Burada konu; cevap vermek, cevap olmak, boyun eğmemektir!… pic.twitter.com/5uw8uFbAcn


.webp&w=3840&q=75)
