Pêşangeha Pirtûkan a Enqereyê bêyî beşdariya weşanxaneyên Kurdî bi rê ve diçe

07-12-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Zêdetirî 500 weşanxane beşdar in / Wêne û Vîdeo Rûdaw
Zêdetirî 500 weşanxane beşdar in / Wêne û Vîdeo Rûdaw
Nîşan Pêşangeha Pirtûkan a Enqereyê Weşanxaneyên Kurdî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - 19emîn Pêşangeha Pirtûkan a Enqereyê bi beşdariya zêdetirî 500 weşanxaneyan berdewam e lê tî weşanxaneyeke Kurdî beşdar nebûye.

19emîn Pêşangeha Pirtûkan a Enqereyê bi beşdariya zêdetirî 500 weşanxaneyan bi rê ve diçe.

Pêşengeh ji du beşan pêk tê, di beşa yekem de pertûkên zanistî û fikrî û roman û di beşa din de jî pirtûkan dibistanan tên firotin.

“Bilindbûna dolar dibe sedema bihabûna pirtûkan”

Ji Weşanxaneya Nesînê Alî Hancer ji Rûdawê re got:

“Kaxez li welatê me nayê berhemanîn, hûn dizanin em kaxezê ji derve bi dolaran dikirin û bihayê dolar jî gelekî zêde ye.

Ev jî dibe sedem ku biha zêde bibin, yan na em jî dixwazin pirtûkan erzantir bidin xwendekarên xwe.”

Li gorî agahiyên weşanxaneyan li pêşengehê bihayê pirtûkan li gorî pirtûkfiroşan ji sedî 25 heta 30 erzantir e.

Li aliyê din pêşangeha îsal li gorî salên borî rastî elaqeyeke zedetir hatiye.

Xwendekar Aras Erdem jî got, “Pêşengeh gelekî xweş derbas dibe, biha bi şêweyekî giştî zêde bûne lê li vir daşkandin jî heye. Min tenê 50 lîre hebûn min tenê karî 2 pirtûkên helbestan bikirim.”

Mamoste Alî Fuat Elmas jî got:

“Me xwest xwendekarên me vê atmosferê bibînin, bila bi pirtûkan re bijîn, bila bikevin nava cihekî ku gelek pertûk lê hene, em gehiştin armanca xwe.”

Ji dibistanên Enqereyê û navçeyên derdorê jî xwendekar ji bo peydakirin û kirîna pirtûkên waneyên xwe beşdarî pêşangehê bûn.

Xwendekar Gizem Yilmazê jî got, “Em bi dibistana xwe re hatine, heta niha gelekî xweş derbas dibe, me pirtûk dane îmzekirin, pirtûkên gelekî xweş hene, nivîskarên baş jî hene.”

Xwendekar Kaan Tolga Elverdî jî diyar kir ku pêşengeh ji bo ku zarok û pirtûk bêne cem hev derfeteke gelekî baş e û got:

“Biha jî li gorî derve baştir in, min pirtûkên ku ji min re lazim bûn peyda kirin.”

“Pêşangeh gelekî sûdmend e”

Xwendekar Sunay Kirlangicê jî got:

“Xelk ji vê derê hez dike loma qelebalixî zêde ye lê ji bo gelek xweş bû me pirtûk dan îmzekirin.

Li derve pirtûkek 200 lîreî ye lê li vir heta ji sedî 25 erzantir peyda dibin. Bi ya min ev pêşngeh gelekî sûdmend e.”

Sala borî 3 weşanxaneyên Kurdî beşdarî pêşangehê bûbûn lê îsal ti weşanxaneyên Kurdî beşdar nebûn.

Li gorî Berpirsê Weşanxaneya Sîtavê sedema vê yekê kirêya zêde ye.

Bi gotina Berpirsê Weşanxaneya Sîtavê ji ber ku kirê û xerc gelekî zêde ew nikarin xerciyên xwe derxin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst