Hewlêr (Rûdaw) – “Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê” ya Kawa Nemir tevî xetên Şener Ozmenî çap bû.
Berhema nû ya Kawa Nemir a bi navê “Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê” bi bi sêwiran û xetkêşana nivîskar û hunermend Şener Ozmen ji Weşanxaneya Avestayê derket.
Di danasîna pirtûkê de wiha hatiye gotin:
“Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê, rê-şi’reke şa’ir Kawa Nemir a epîk e di nava salan (2012-2019) re zayî ji ava tenîsk a serekaniyên pak î zelal ên kurdiya kurmancî, ne ku bi tenê şi’ra rêwîtiyeke du şa’irên ‘eyan î kurdên kurmanc e, her wisa jî mişt e ji hurmet û siyaneta şa’irekî bo şa’irekî gewre yê zimanê me yê birîndar î di nava lepên kotik ên xwedî û xwedanên xwe de pinciriye.
Wekî tê de geh ‘mêjiyekî mêjûyî’ hatiye bi rêya hildana nav û qewamên ku ji hêsiyên rêwîtiyekê de bi kêlên tenik ve carê têne xuyanê.
Wekî tê de ‘bedewiya zimanî’ hatiye bi rêya kur(d)manciya ku xwedanê qelema vê şi’rê (sî û pênc salan li cem xwe) bi nûbarî berevanî jê kiriye û bûye yek ji wan qûçdaneran û tixûbdaneran.
Wekî tê de hatiye aniye gotiye kurt û bi kurmancî, Şa’ir Arjen Arî yek ji wan gewreyên we bû ku we bi destên xwe yên ‘xwe-nemam’ bi saxî çe‘hl kirin.
Lê belê şa’ir Arjen Arî, li ser navê û bi navê hevrêyên xwe yên xaseşa’irên xwedanxasenezer, dê berdewam bibe bi şi’ra xwe ya xas û bi duristkirina xewna qewmê xwe yê nedar û belengaz.
Axiftinek Li Gel Arjen Arî Li Panosê, şi’ra rêwîtiyeke bi salan berêberev Panosa Qerekilîsa Bakurê Kurdistanê – yek jê tevî xweliya Kurdistana xwe ya ‘ezîz bûyî û yek jê jî xweliya bedena wî jî dê venegere Kurdistana ‘ezîz – ya du şa’irên ‘eyan ên kur(d)manciyê, bi sêwiran û xetkêşana nivîskar û hunermend Şener Ozmenî ve, li ser destê Weşanxaneya Avestayê, êdî tevî kelepora dêrîn a şi’ra kur(d)manciyê ye!”
Ev jî beşke ji pirtûkê ye:
“…
Li fêza darên hêlînên qijikên perbelek,
Bi berbangê re bi firê dikevin lek bi lek,
Deng meqes, dibirrin cawê laleşeyê yê şîn,
Diçin datînine ser qûçên gewr bi kelobîn,
Li ser sîngê nîştimanê wek kitkê hêjîran,
Bajarên wî yên jar, tev danîne ser sexîran,
Dermaleyên wî yên mirar, li pişt pirêkêtan,
Baristan, ji dustanê bendetiya wek pêtan...”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse